AMED – Qeyûmê nû tayînî Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê bû, gotina qeyûmê berê Cumalî Atila yê 759 milyon deyn li pê xwe hişt a "Me xizmeta bajar kir, me pirsgirêk çareser kir" derewand û got: "Di binesazî, av, kanalîzasyon û gelek xizmetên bajar de kêmasiyên zêde hene.
Qeyûmê berê yê Bajarê Mezin ê Amedê Cumali Atilla ku di sala 2016'an de tayînî şaredariyê hat kirin, piştî 2.5 salan di hilbijartina 31'ê Adarê de dengê xwe neda wî û li şûna wî dengê xwe da HDP'ê. Qeyûm di xebatên hilbijartinê de îdîa kir ku xizmeta herî baş kiriye û hemû pirsgirêkên bajar ên binesazî, av, kanalîzasyon, rê û hwd çareser kirine. Diyar kiribû ku beyî qurişek deyn li pey xwe bihêle hemû pirsgirêk çareser kirine.
Namzetê AKP'ê û Qeyûm Atilla, di hilbijartina 31'ê Adarê de ji sedî 30 deng stend. Piştî hilbijartinê bi milyonan tl pere xerç kir û bi serşoka mermer, û 1 ton 600 kg şêraniyê li der û dora xwe belav kiriye hatibû rojevê. Dîsa di xwarina da Serokomar Recep Tayyip Erdogan de 550 hezar TL pere xerç kir. Lê derket holê ku 759 milyon deyn li pey xwe hiştiye.
Di hilbijartina 31'ê Adarê de Namzetê HDP'ê Adnan Selçuk Mızrakli ji sedî 63 deng stend û bû hevşaredar. Mizrakli di 16'ê nîsanê de çû avahiya Şaredariyê û dest bi xebatê kir. Di 19'ê Tebaxê de Wezîrê Karên Hundir waliyê Amedê Hasan Basri Guzeloglu wekî qeyûm tayînî Şaredariya Amedê kir. Walî Guzeloglu, di 1'ê nîsanê de daxwazname ji Wezîr re şandibû û xwestibû Mizrakli ji peywirê bigire û li şûna wî qeyûm bê tayînkirin. Lê piştî 4.5 mehan wezîr Guzeloglu wekî qeyûm tayîn kir.
QEYÛMÊ NIHA QEYÛMÊ BERÊ ATÎLLA DEREWAND
Qeyûmê nû û Walî Hasan Basrî Guzeloglu, qeyûmê berê Atîlla ku gotibû min hemû xizmet kir û min deyn li pey xwe nehişt derewand. Guzeloglu, ji niha de dibêje 'Gel piştgiriyê dide min' Guzeloglu ku wekî zilamê Soylu tê zanîn, dema Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê ziyaret kir, got "Di serdema berê de kêmasiyên r3e, av, binesazî nehatine kirin. Di xizmeta binesaziyê de kêmasiyên mezin hene. Ev yek nayê qebûlkirin."