AMED – Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk di çalakiya Nobeta Demokrasiyê de axivî û bal kişand ser çalakiya malbatan a li ber HDP’ê û got: “Ev leyîstika girtina HDP’ê ye.”
Çalakiya Nobeta Demokrasiyê li dijî tayînkirina qeyûm a li Amedê di roja 18’emîn de berdewam kir û qeyûm hat şermezarkirin. Çalakî li ser Kolana Lîseyê pêk hat. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, endamên Dîwana Hevserokatiya KCD’ê, parlamenterên HDP’ê, nûner û serokên partiyên Kurdîstanî, nûnerên rêxistinên civakî, aktîvîstên TJA’yê, Dayikên Aştiyê û bi sedan welatî beşdar bûn.
‘DEST NEDE VÎNA MIN’
Pankarta “Dest nede vîna min” hat vekirin û welatiyan bi çepik, lîlandin, qîrkirina stranan û berzkirina dirûşmeyan qeyûm şermezar kirin. Balkêş bû hin malbat bi zarokên xwe re û hin welatiyên astengdar jî beşdarî çalakiyê bûn. Welatî li kursiyê serbest axivîn û nêrînên xwe anîn ziman û polîtîkaya qeyûm şermezar kirin.
Hevseroka HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik axivî û polîtîkaya qeyûman şermezar kir û got têkoşîna wan didome.
‘EM BIBIN YEK’
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî bal kişand ser polîtîka û feraseta qeyûman û wiha got: “Polîtîkaya qeyûman dewama dagirkirina Efrînê ye. Bi hişmendiya dewleta dagirker şaredarî tên dagirkirin. Naxwazin gelê kurd bi ser bikeve. Çiqas rewşenbîr û saziyên demokrasiyê diparêzin divê li dijî vê derkevin û divê em li dijî qeyûman bibin yek. Heke em li dijî bisekinin û bibin yek em ê bi ser bikevin. Me serê xwe netewand û em ê netewînin jî. Tayînkirina qeyûman darbeya li dijî demokrasiyê ye. Pêwîste em li dijî faşîzmê bibin yek. Ji ruhê yekrêziya demokrasiyê ditirsin. Ji hatina Îmamoglu ji vê bonê tirsiyan.”
'LEYÎSTIKA GIRTINA HDP’Ê YE’
Ozturk bal kişand ser çalakiya malbatên bî îdiaya zarokên wan çûne çiyê li ber avahiya HDP’ê ya Amedê ne û got: “Bi vê çalakiya pêk tînin dixwazin HDP’ê bidin girtin. Polîs malbatan dişînin ber HDP’ê. Heke ku emniyet dizane zarokên wan birine ku çima gav navêje? Ev leyîstika girtina HDP’ê ye. Serdema berê jî xwestin HDP’ê bigirin lê bi ser neketin. HDP roj bi roj mezin dibe û HDP gel e.”
Nobet bi çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan bi dawî bû.