STENBOL - Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê, xwest ku endamê desteya rêveberiya wan Dogan Ozkan û 10 kesên pêre duh li Beşiktaşê di çalakiya şermezarkirina qeyûm de hatin binçavkirin, bên berdan.
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, xwest ku endamê desteya rêveberiya wan Dogan Ozkan û 10 kesên pêre duh li Beşiktaşê di çalakiya şermezarkirina qeyûm de hatin binçavkirin, bên berdan.
İHD’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand û wiha got: “Divê derbarê kesên mirovên bêmaf binçav kirin de jî lêpirsîn bê destpêkirin. Ji derveyî alîgirên desthilatdariyê, hemû kes tayînkirina qeyûman rexne dikin. Desthilatdariyê heya roja îro, ne tenê di pêkanîna xwe ya qeyûmê de israr kiriye, di heman demê de di pêkanînên xwe yên tundiya polîs û binçavkirinên bêmaf de jî, bi israr tevgeriya ye. Duh bi şev polîsan mudaxileyî çalakiya li dijî tayînkirina qeyûm a li Beşîktaşê hat lidarxistin kirin. Mafê daxuyaniya çapemeniyê û xwepêşandinê, bi tundî û binçavkirin tê astengkirin. Endamê destya rêveberiya me Dogaan Ozkan, welatî Yoldaş Aydin, Hanim Candan, Damla Savci, Nevzat Yeşil, Adem Varli, Selamî Bûlut, Selam3ı Çavli, Îsmaîl Toptumûr û Mehmet Mert Karadag ên xwestin daxuyanî bidin çapemeniyê, lê rastî tundiya polîsan hatin û hatin binçavkirin. Divê ev pêkanîna binçavkirinê ya bêhiqûqî bi dawî bibe. Em dixwazin hevalê me û kesên hatin binçavkirin, demildest bên berdan.”