WAN – Rêxistina HDP’ê ya Wanê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a şûna 4 endamên Meclîsa Şaredariya Artemêtanê da û got: “Qeyûm darbe ye. Berxwedayîna li dijî darbeyan deynê sitûyê me ye.”
Walîtiya Wanê 4 karmendên dewletê wek qeyûm tayînî şûna 4 endamên Meclîsa Şaredariya Artemêtanê yên HDP’yî kiribû. Rêxistina HDP’ê ya Wanê ji bo tayînkirina qeyûman şermezar bike li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Artemêtanê daxuyanî da. Endamê Meclîsa Şaredariyê Medenî Ozer ê qeyûm tayînî şûna wî hat kirin axivî û diyar kir ku biryara qeyûman netahumliya AKP’ê ya li dijî serkeftinê HDP’ê ye.
‘EM Ê NEHÊLIN BERTÎLAN BIXWIN’
Ozer bi bîr xist ku bi hênceta hevşaredarên Artemêtan, Ebex û Tuşbayê bi boneya hatibûn îxrackirin di şûna wan de mazbata dan namzetên AKP’ê û di 19’ê tebaxê de jî qeyûm tayînî şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê kirine. Ozer got nedayîna mazbatan û qeyûm heman feraset e. Ozer got ew ê qeyûmên tayînî şûna wan hatine kirin nas nekin û AKP ji bo bertîlan bixwe û sextekariyê bike qeyûm tayîn dike. Ozer da zanîn ku ew ê li dijî van neheqiyan, bêqanûniyan serê xwe netewînin û ew ê fersendê nedin bertîlxwarina qeyûman. Ozer diyar kir ku niha meclîsa wan giştî ketiye destê AKP’ê û dê li dijî van pêkanînan serî li hemû rêyên hiqûqî bidin.
Ozer di dawiya axaftine we de got: “Bila gelê me baş dizanibe qeyûm darbe ye. Berxwedayîna li dijî darbeyan deynê sitûyê me ye.”