MÊRDÎN - Di doza darizandina siyasetmedarên Kurd ên girtiyê nexweş Bayram Demîrhan jî di navde heyî de, carek din kes nehat berdan.
12’emîn danişîna doza darizandina Endamê Meclîsa Partiya Civaka Demokratîk (DBP) Bayram Demîrhan û siyasetmedarên Kurd Davût Bozan, Hasan Îlhan, Mehmet Alî Dayan û Mehmet Ceylan ên par li Mêrdînê hatin girtin, li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin.
Girtiyê nexweş Demîrhan, Bozan, Îlhan û 2 kesên ne girtinê tên darizandin, beşdarî danişînê bûn. Parêzeran girtiyan jî doz şopandin. Piştî tespîta nasnameyan, danişînê dest pê kir.
Dozger, mutalaeya di danişîna derbasbûyî de dayî dubare kir û xwest hemû kes bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” bên cezakirin. Dûre Bozan derbarê îdîayan de parastin kir.
'EZ BI MALBATA XWE RE MEXDÛR BÛM’
Bozan, diyar kir ku ji ber ku parêzerê wî nehatiye, ew naxwaza derbarê mutalaeyê de parastin bike û wiha got: “Ez ji Girtîgeha Tekîrdagê 48 saetên bir ê hatim. Ez di rêde nexweş ketim û mîna miriyekê gehiştim vê derê. Neçar mam ku li Sîncanê biçim nexweşxanê. Ev 18 rojin di girtîgehê de me. Ji derveyî vîna xwe, ez sewqî Tekîrdagê hatim kirin. Piştî demekê nexweşiya tansiyona bilind bi min re rû da. Ez û malbata min mexdûrin. Ez tehliya xwe dixwazim.”
Dûre girtiyê nexweş Demîrhan, parastina xwe ya berê kiribû, dibare kir û wiha axivî: “Derbarê me de tiştek şênber tuneye. Bi îdîayanên derew ev salek û nive me di girtîgehê digirin. Çavekê min ji sedî 95 û çavê min ê din jî, ji sedî 28 kur bûne. Ez nayim derman kirin. Ji ber vê ez tehliya xwe dixwazim. Dosyeya me aîdê sala 2015’an ne, lê em di sala 2018’an de hatin girtin. Ger armanca me ya rêve hebûya emê wê demê bireviyan.”
Girtî Hasan Îlhan jî, ji ber ku parêzerê wî tune bû, derbarê mudalaeyê de parastin nekir. Îlhan, xwest berî her tiştî mexdûriyeta wî bê derbas kirin û daxwaza berdana xwe kir.
Pişt re kesên ne girtî tên darizandin, beraeta xwe xwestin. Parêzerên wan jî beraeta muwekîlên xwe xwestin.
Dadgehê piştî navbera 5 deqeyan, biryara dewamkirina girtina 3 kesan da û danişîn taloqî 25’ê Cotmehê kir.