ŞIRNEX - DEDAŞ’ê bi hinceta deynên di serdama qeyûm de ceyranên hemû depoyên avê birîn û navçeya Hezex a Şirnexê bê av hişt. Hevşaredarê navçeyê Mûrat Şen, diyar kir ku qaşo DEDAŞ’ê soza wê ceyranê nebirin da bû wan.
Li navçeya Hezex a Şirnexê, Ceyrana Dîcle A.Ş. ( DEDAŞ) ceyrana hemû depoyên avê yên navçeyê duh bi şev birîn. DEDAŞ’ê bi hinceta deynên di serdama qeyûm de, ceyranên hemû depoyên avê birîn û navçeya xwedî 30 hezar nifûsî bê av hişt.
HEVŞAREDAR ŞEN: DEDAŞ’Ê SOZA XWE NEGIRT
Hevşaredarê Navçeyê Mûrat Şen, bertek nîşanî vê rewşê da û got: “Dema me rêveberiya şaredariyê dewr girt, nêzî 3 mîlyon TL deynê DEDAŞ’ê hebû. Me ev deyn veguherand teqsîdan. Ji vî deynî 75 hezar TL ma ye. Ligel hemû bêderfetiyan jî, me deynê xwe da. Du roj berê me hevdîtin bi rayedarên DADAŞ’ê yên Şirnexê re hevdîtin kir. Me got meê 500 hezer TL din deynê xwe bidin. DEDAŞ’ê li ser vê yekê soza wê ceyranê qût nekin da me. Lê DEDAŞ’ê soza xwe negirt û di saetên şevê de ceyrana 4 depoyên avê yên pêdiviya bajêr pêşwazî dikin, birîn.”
Şeng ev helwesta DEDAŞ’ê weke “provokasyon û bêrêziya li hemberî gelê navçeyê” nirxand.