MÊRDÎN - Derbarê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ê qeyûm tayînê cihê wî hat kirin û ji peywirê hat dûrxistin de, lêpirsîna “Hevserokatiyê” vekirin. Destûra lêpirsînê 4 roj berî tayînkirina qeyûman hatiye dayîn. Di lêpirsînê de ji bo Turk pênaseya “Serokê Şaredariyê yê berê” hatiye kirin.
Mufetîşê Mûlkiyê yê Wezareta Karê Hûndir, bi hinceta “Hevserokatiyê” lêpirsîn derbarê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk de vekir.
Mufetîş, di 3’yê Îlona 2019’an de dest bi lêpirsînê kiriye û di agahdarnameya ji Turk re şand de, ji Turk xwest parastin bike.
Balkêşe ku di agahdarnameyê de ji bo Turk pênaseya “Serokêr Şaredariya Bajarê Mezin ê berê” hatiye kirin û destûra lêpirsînê 4 roj berî tayînkirina qeyûman di 15’ê Tebaxê de hatiye dayîn.
Di heman demê de, di agahdarnameyê de ji Turk hatiye xwetin ku dinava 7 rojan de parastina xwe bike û ji wan re bişîne.
‘HEVSEROKATÎ MEŞRÛ YE’
Hevşaredar Necla Fîgan Altindag derbarê mijarê de axivî û wiha got: “Bi hinceta pergala hevserokatiyê tayînkirina qeyûman nayê qebûl kirin. Pergala hevserokatiyê meşrû ye. Bi dengên AKP’ê pergala hevserokatiyê di Meclîsê de hat qebûlkirin. Lê partiyên din ev pergal nekirin pratîkê. Bes HDP’ê ev pergal kir pratîkê. Ev pergal qanûnî û meşrû ye. Hewl didin bi van pêkanînan têkoşîna jinan paşve bixin. Dixwazin rol û rista jinê tune bi hesibînin.”
MA / Ahmet Kanbal