STENBOL - Kesên ku li Beşiktaşê di çalakiya şermezarkirina tayînkirina qeyûman de hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Stenbolê, bi armanca bertek nîşanî tayînkirina qeyûman ên ji bo Şaredarên Bajarên Mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê, xwest li ber Pastexaneya Hakan a li Beşîktaşê daxuyanî bide çapemeniyê. Lê polîsan mudaxileyî girseyê kir û gelek kes binçav kirin. Kesên hatibûn binçavkirin, piştî îfadeyên wan hatin girtin û kontrola tenduristiyê hatin berdan.