AMED - Derket holê ku bêyî ku binasiya biryara dadgeha herêmî bê teblîgkirin, dayika 70 salî Raîfe Înatçi hatiye girtin. Parêzer Mehdî Ozdemîr diyar kir ku 3 rojên nîvîsên ku ji Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind re tên şandin jî bi awaeykî kêfî nayên bersivandin.
Dayika Raîfe Înatçi (70) ku li gundê Hacîca yê navçeya Farqînê ya Amedê dijî, di 2'ê Kanûna 2009'an de tevlî meşekê bûbû. Li gel ku xwendin û nivîsandina wê tuneye jî bi hinceta ku pankarta "Ciwanî fedaiyê Apo ne" girtiye, di sala 2009'an de derbarê wê de lêpirsîn hatiye destpêkirin û di vê çarçoveyê de hatiye binçavkirin. Di encama lêpirsîna ku hatiye destpêkirin de bi hinceta ku "Propagandaya rêxistinê kiriye" û "Li gel ku ne endamê rêxistinê ye jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye" doz li Înatçi hatiye vekirin. 6'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê di çarçoveya vê dozê de bi angaşta ku "Li gel ku ne endamê rêxistinê ye jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye" 3 sal û mehek û 15 roj ceza li Înatçi birî.
BIRYAR BÊYÎ KU BÊ TEBLÎGKIRIN HATIYE TEQEZKIRIN
Dadgehê li gel ku ev ceza di sala 2014'an de li Înatçi biriye jî heta niha binasiya biryarê jê re teblîg nekiriye. Li gel vê yekê jî polisan, di 27'ê Tebaxê de Înatçi li Farqînê binçav kir, bi hinceta ceza ew girt û şand Girtîgeha Tîpa D a Amedê. Parêzerê Înatçi Mehdî Ozdemîr têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku ji ber ku serlêdana temyîzê ya biryara ceza ku di sala 2014'an de hatiye birîn, li Dadgeha Bilind nehatiye kirin, ceza hatiye erêkirin. Ozdemîr da zanîn ku dadgehê têkildarî teqezbûna ceza agahdarname amade kiriye, lê agahdarname negihîştiye muwekîla wî û wiha got: "Me agahdarnameyê ji ÛYAP û PTT'ê pirsî lê di pergalên wan de jî nexwanê ye. Bêyî ku biryara dadgehê ji jê re bê şandin, muwekîla min hatiye girtin."
'NIVÎSÊN MUZAKEREYÊ NAYÊN BERSIVANDIN'
Ozdemîr destnîşan kir ku bi girtina muwekîlê xwe re ji bo temyîz û rawestandina înfazê serî li 6'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê daye, lê nivîsên muzakereyê ku ji Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind re tên şandin, 3 roj in bi awayekî kêfî nayên bersivandin û ev tişt anî ziman: "Heta 6 mehê roja înê, heke Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind bersiv nede nivîsên me yên muzakereyê dê dadgeh, têkildarî serlêdana me ya temyîzê û rawestandina înfazê biryar bide."
Kurê Înatçi Bûrhan Înatçi jî diyar kir ku çûye girtîgehê û bi dayika xwe ya ku 10 roj in girtî ye re hevdîtin pêk aniye û ev tişt anî ziman: "Dayika bi alîkariya 2 kesan hat hevdîtinê. Piştî ku em 5 deqeyan bi hev re axivîn ji min re got ku nikare xwe li pêya bigire û xwet ku veger kogûşa xwe. Lê gardiyanan destûr neda ku heta saeta hevdîtinê bi dawî bibe dayika min biçe kogûşa xwe. Di nasnameyê de emrê dayika min biçûk hatiye nivîsandin, emrê dayika min ê rasteqîn 80 ye. Kesek 80 salî nikare di nav şert û mercên girtîgehê de bijî. Dayika min ji ber nexweşiya şekir û kilsgirtina di çokên xwe bi zorê dimeşe. Hin dermanên dayika min nedanê em ji jiyana wê bi guman in."
MA / Aydin Atay