WAN - Endamên jin ên Meclîsa Partiyê ya HDP'ê ku bi dirûşmeya "Hevserokatî xeta me ya mor e" li Wanê li hev civiyan, diyar kirin ku ew ê tu carî dev ji pergala hevserokatiyê bernedin û got: "Qethiyen em nehêlin wê xetê derbas bikin."
Li ser banagwaziya Meclîsa Jina ya HDP'ê jinên ku li Wanê li hev civiyan gotin "Hevserokatî xeta me ya mor e". Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Mûazzez Tore, Adalet Aydin, Berna Çelîk û Gulay Bîlîcî, destnîşan kirin ku ew ê dev ji pergala hevserokatiyê bernedin.
Endama Partiya Meclîsê ya HDP'ê Mûazzez Tore, bilêv kir ku li cîhanê tekane pergala ku wekheviya jin-zilaman esas digire pergala hevserokatiyê ye û got: "hevserokat,, xeta me ya mor e. Qethiyen em ê nehêlin wê xetê derbas bikin. Tayînkirina qeyûman, êrîşeke li dijî maf û siyaseta jina ye. Îktîdara AKP'ê ji bo wekheviya jin-zilaman ji holê rabke şer dike. Di tuzuka partiya me de pergala hevserokatiyê heye. Hem li herêmê hem jî di merheleyên biryargirtinê de jin bi vê pergalê bûn xwedî gotin."
DIYARIYA HDP'Ê YA JI BO CÎHANÊ
Endama Partiya Meclîsê ya HDP'ê Adalet Aydin, bilêv kir ku ew bi pergala hevserokatiyê serbilind in û ji bo Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê modelek e. Aydin, anî ziman ku divê jin û zilam xwedî temsîliyeteke wekhev bin û ev li hemû qadên jiyanê pêk bê. Aydin, got: "Pergala hevserokatiyê ji bo vê hatiye avakirin. Kesên vê pergalê qebûl nakin, feraseta ku dixwaze jinê hepsî malê bike û tehekumiya xwe li ser jinê bidomîne bi xwe ye. Em ê heta dawiyê vê pergalê biparêzin. Wê êrîş hîn bêtir me xurt bikin. Ev pergal wê diyariya partiya me ya ji bo cîhanê be."
Endama Partiya Meclîsê ya HDP'ê Berna Çelîk jî got: "Dewlet, ji bo jinê bi paş ve bibe pergala hevserokatyê hedef digire. Wê siyaseta me ya li qadên rewa bidome. Wê jin xwedî li hevserokatiyê derkevin. Hedefgirtina hevserokatiyê tê wateya netehemulkirina destkeftiyên jina. Em ê tu carî dev ji van destkeftiyên xwe bernedin. Hevserokatî, xeta me ya mor e."
DESTKEFTIYÊN JINA HEDEF HATIN GIRTIN
Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Gulay Bîlîcî jî diyar kir ku bi tayînkirina qey»man niha jî tunekirina destkeftiyên jina tê xwestin, lê belê wê li dijî vê têkoşîna wan dewam bike. Bîlîcî, got: "Ne qeyûm, kî tê bila bibe wê têkoşîna me ya bi sedan salan bidome û ji bo pergala hevserokatiyê pêk bê çi ji destê me bê em ê bikin. Dewlet dixwaze jina hepsî malê bike û naxwaze di siyasetê de bibin xwedî gortin. Li hemberî vê pergalê em ê bêden nemînin, em êv pergalê qebûl nekin."