* Hevserokê HDP’a Amedê Zeyat Ceylan, ji bo malbatên ku polîsan berê wan da ber avahiya HDP'ê got: “Armanca wan zarok û malbatên wan anîna ba hev bûna da ji civakê re aşitiyê diyarî bikin. Ji ber wê yekê dek û dolaban nikarin civakê bixapînin.”
* Endamên jin ên Meclîsa Partiyê ya HDP'ê ku bi dirûşmeya "Hevserokatî xeta me ya mor e" li Wanê li hev civiyan, diyar kirin ku ew ê tu carî dev ji pergala hevserokatiyê bernedin û got: "Qethiyen em nehêlin wê xetê derbas bikin."
* Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê piştî tayînî şaredariyê hat kirin, karê ewil serwîsa Kurdî ya malpera şaredariyê rawestand.
* Parêzerê Hevşaredar Selçuk Mizrakli, Mehmet Emîn Aktar derbarê îdiayên tayînkirina qeyûman de got: “Tê gotin lêpirsînek dest pê kiriye, lê têkildarî lêpirsînê ne parastinek ne jî beyanek heye. Ji dûrxistina hevşaredaran tu aliyê wê mafdar ê hiqûqî nîne.”
* Hevserokê Giştî yê KCD'ê Berdan Ozturk, têkildarî operasyonên der sînor, tayînkirina qeyûman a Şaredariyên HDP’ê û tecrîda Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxandin kir. Ozturk, bang li Rêveberiya Herêma Kurdistana Federe kir û xwest li dijî van operasyonên dersînor bêdeng nemîne û got: "Divê em erk û perpirsiyariya xwe ya li dijî gel û dîrokê bilîzin."
* Cenazeyê Mucahît Yilmaz ê li Navçeya Rezan a Amedê li malekê ji aliyê polîsan ve hat kuştin piştî 46 roj şûnde li Gundê Zonê yê Artukluyê defin kirin.
* Danişîna doza girtiyê nexweş Bayram Demirhan wê li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê bê dîtin. (10.00)
* Endamên TJA, wê li dijî cînayetên jinan ji Pêş Parka AVM ya Êlihê heta avahiya HDP'ê ya li Çarêyana Êlihê duçerxan bajon. (10.30)
* Rêxistinên HDP'ê yên Wan, Amed û Mêrdînê wê li dijî tayînkirina qeyûman di roja 18'an de çalakiyên xwe yên rûniştinê berdewam bikin. (11.00-18.00)
* Danişîna doza Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya AGOS'ê Hrant Dink li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê berdewam bike. (11.00)
* Çalakiyên Nobeta Av û Wîcdan ên li dijî talankirina Çiyayê Kazê we di roja 42'an de berdewam bike. (12.00)