MÊRDÎN - Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk tevlî çalakiya rûniştina ya li Mêrdînê bû û ev tişt got: "Ew çidikin bila bikin ev gel paşde gav navêt, dê navêje jî"
Nobeta Demokrasiyê ya li Mêrdînê ku piştî tayînkirina qeyûm hat destpêkirin, di roja 17'an de didome. HDP'î dema ku hatin Parqa Karayollari ya cihê nobetê ji aliyê polisan ve hatin astengkirin. Li ser vê yekê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Agiriyê û Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, hevşaredarên Mêrdînê Ahmet Turk û Fîgen Altindag jî di nav de HDP'iyan li cihê lê hatin rawestandin dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Kesên ku paşê xwestin tevlî çalakiyê bibin jî ji aliyê polisan ve hatin astengkirin. Li ser vê yekê van kesan jî li cihê ku hatin astengkirin dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Di çalakiyê de pankarta "Vîna gel nayê xespkirin" hat vekirin û qeyûm bi çepik û tilîliyan hatin şermezarkirin.
'ZÎHNIYETA FAŞÎST ZANE KU DAWÎ LÊ HATIYE'
Piştî çalakiya rûniştinê Hevserokê KCD'ê Ozturk axivî û diyar kir ku bi tayînkirina qeyûman vîna gel hatiye xespkirin û wiha got: "Divê em zanibin ku ev helwesta AKP-MHP'ê bi neyartî ye. Ev helwesta li hemberî kurdan a li Kurdistanê, neheqiyeke mezin radixe ber çavan. Hikûmet bi qeyranan hebûna xwe didomîne. Tayînkirina qeyûman ne tenê pirsgirêka kurdan e. Ev pirsgirêka gelên Tirkiyeyê ye. Qeyûm tayînî daxwaza demokrasiyê ya herkesî ye. Heke îroj qeyûm tayînî van deran kirine dê siberojê tayînî Enqere û Stenbolê jî bikin. Ji niha ve îşareta vê yekê didin. Serokkomar ji Îmamoglû re dibeje hedê xwe zanibe."
Ozturk di berdawana axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Ev zihniyeta faşîst û tekperest zane ku dawî lê hatiye. Ji ber vê yekê bi polisên xwe re şantaj û gefên xwe didomînin. Dixwazin gelê me bi bi girtin û binçavkirinan bitirsînin. Lê çi dikin bila bikin ev gel paşde gav navêt û dê navêje jî."