WAN – Karmendên şaredariyê wek qeyûm tayînî şûna 4 endamên Meclîsa Şaredariya Artemêtanê yên ji wezîfeyê hatibû dûrxistin kirin.
Li ser fermana Wezareta Karê Navxweyî 4 endamên Meclîsa Şaredariya Artemêtanê ya Wanê ji wezîfeyê hatibûn dûrxistin. 4 karmend wek qeyûm tayînî şûna endamên meclîsê hatin kirin. Di şûna Hevşaredar Medenî Ozen de Midûrê Çandiniyê yê Navçeyê Ercan Karahan, di şûna Savaş Encu de Alîkarê Serokşaredar û Midurê Karên Nivîsan Vedat Îllî, di şûna Atiye Şen de jî Midurê Zabiteyan Abdullah Ekîncî û di şûna Sevînç Şeker de jî Midurê Îmarê yê Şaredariyê Nevzan Îlhan hatin danîn.