AMED - Li pêşiya Rêxistina HDP'ê ya Amedê di navbera rêveberên Partiya Vatanê ku xwestin daxuyanî bidin û HDP'iyan de gengeşî derket
Rêveberên Rêxistina Partiya Vatanê ya Amedê, xwestin têkildarî malbatên ku li ber Rêxistina HDP'ê ya Amedê çalakiya rûniştinê li dar dixin daxuyanî bidin. HDP'iyan bertek nîşanî rêveberên Partiya Vatanê ku li ber derê partiya wan kom bûn, dan. Li ser vê yekê di navbera her du rêveberên partiyan de gengeşî derket.