AMED - Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman hat destpêkirin di roja 17'emîn de, bi dirûşmeya "Kî dize qeyûm dize" dest pê kir. Akademîsyenên aştiyê û Hevserokê Giştî yê ÎHD'Ê Ozturk Turkdogan piştgirî dan çalakiyê.
Çalakiya Nobeta Demokrasiyê ya wekîlên HDP'î û şêniyên Amedê ya li dijî desteserkirina şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê dan dest pê kirin, di roja 17'an de didome. Beriya çalakiya rûniştinê ya li Kolana Lîseyê, qada çalakiyê bi bendên polîsan hatin dorpêçkirin.
Rêxistinên HDP'ê yên navçeyên Erxenî, Pîran, Çermûk, Çunguş û Egîl ên Amedê û parlementerên HDP'ê beşdarî çalakiyê bûn. Jinên HDP'î û girseya beşdarî çalakiyê bûn pankarta "Em bêdeng nabin, em natirsin, em serî natewînin", "Kî diz e qeyûm diz e", "Hevserokatî xeta me ya mora" û "Ji darbeya siyasî re na" vekirin. Polîsên ku destûr nedan dawîzên "Kî diz e qeyûm dize" xwestin dawîzan kom bikin. Lê çalakgeran bertek nîşanî vê yekê dan.
AKADEMÎSYENÊN AŞTIYÊ PIŞTGIRÎ DAN NOBETÊ
Endamên Komeleya 78'an, ji akademîsyenên aştiyê Şebnem Korûr Fîncanci, Eşber Yagmûrderelî, Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan Ozturk Turkdogan jî tevlî çalakiyê bûn. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli tevî heyetê beşdarî çalakiyê bû û bi dirûşma "AKP wê hesab bide gel" hatin pêşwazîkirin.
Li bendêye ku di Nobeta Demokrasiyê de, daxuyaniya çapemeniyê bê dayîn.