STENBOL - Rojnameger Hediye Levent diyar kir Tirkiye li Sûriyeyê bi tevahî girêdayî Rûsyayê bûye û wiha got: "Îdlib jî di nav de polîtîkaya Tirkiyeyê ya Sûriyeyê tengav bûye."
Şerê di navbera Rejîmê Sûriyeyê ku ji Rûsyayê piştgirî digire û Heyet Tehrir El Şam (HTŞ/El Nusra) ku ji Tirkiyeyê piştgirî digire, li Îdlibê ket asteke krîtîk. Ji bo sererastkirina rewşê Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan çû Rûsyayê bi serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn rehevdîtin pêk anî. Rojnameger Hediye Levent geşadanên li Îdlibê nirxand.
SEDEMA ŞER 'HERÊMA EWLE' YE
Levent diyar kir ku demeke dirêj e li Îdlibê şer heye û wiha got: "Hem Rûsya û hem jî Rejîma Sûriyeyê, li şûna şer dixwazin rewşa li Îdlibê bi awayekî siyasî çareser bikin. Ji ber vê sedemê jî heta niha operasyonên xwe zêde nekirine.Bi taybetî jî Rûsya giraniyê dide dîplomasiyê. Lewre di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de di hin mijaran de hevkarî heye. Ji ber vê yekê heta niha jî Rûsya li Îdlibê bi awayekî nerm nêzî Tirkiyeyê bûye. Dikare vê pirsê, 'Wê demê şer li Îdlibê zêde bû?' bê kirin. Sedema herî girîng a vê yekê têkildarî 'Herêmê Ewle' ya di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de ye. Ev yek hem Rûsya û hem jî Rejîmê Sûriyeyê gelek aciz kir. Lewre îhtîmal heye ku Tirkiye ji herêma ewle dernekeve. Rûsya û rejîmê bertek xwe bi ser Îdlibê de nîşan dan. Di rojên pêş de dibe ku operasyonên li Îdlibê zêde bibin."
BI TAVAHÎ GIRÊDAYÎ RÛSYAYÊ YE
Levent diyar kir ku çavdêriyên kontrolê yên Tirkiyeyê bi înîsiyatîfa Rûsyayê hatine avakirin û ev tişt anî ziman: "Tirkiye li Îdlibê bi tevahî girêdayî Rûsyayê bûye. Tirkiye li Îdlibê tengav bûye. Ji bo ku hebûna xwe ya li Îdlibê biparêze, Tirkiye her tiştî dike û hemû firsendên li gorî Amerîka û Rûsyayê dinirxîne. Li rastiya li qadê cûda ye. Niha li Îdlibê noqteyeke çavdêriyê ya Tirkiye di bin kontrola Rejîmê de ye. Di rojên pêş de dibe ku du noqteyên din jî bikevin bin kontrola Rejîmê. Niha Rûsya van noqteyên Tirkiyeyê diparêze. Li gorî ve yekê hemû qada werzaniya Tirkiyeyê girêdayî Rûsyayê ye. Di navbera Tirkiye û Rûsyayê de dosyayên cûda jî hene. Tirkiye endameke NATO'yê ye, pêwîstiya Rûsya dostekî endamê NATO'yê heye."
DIBE KU PROTESTO ZÊDETIR BIBIN
Di berdewamê de Levent çalakiyên protestoyên hin komên li Îdlibê jî nirxand û têkildarî mijarê ev tişt gotin: "Li bendê bû ku çalakiyên bi vî rengî bên lidarxistin. Heke operasyonên li ser Îdlibê bidomin dibe ku protesto hin zêdetir û dijwartir bibin. Lewre bi pêşveçûna rejîmê re komên cîhadîst ên li Hema û Lazkiyeyê tengav dibin. Divê Tirkiye ji bo van koman çareserî bibîne. Her ku qada van koman teng bibe dê hê zêdetir zextê li Tirkiyeyê bikin. Polîtîkaya Tirkiyeyê ya Sûriyeyê ji serî ve şaş bû. Divê ev yek bê revîzekirin. Gelek welatên ku tevlî şerê Sûriyeyê bûne, polîtîkaya xwe ya Sûriyeyê revîze kirin. Tenê Tirkiye di polîtîkaya xwe ya sala 2011'an de israr dike. Lê Rejîm neket û henûna xwe didomîne û piraniya welat careke din kir bin kontrola xwe. Lê Tirkiye hê jî polîtîkaya xwe de israr dike. Bi rastî jî di serî de Îdlib, polîtîkaya Tirkiyeyê ya Sûriyeyê asê bûye. Herî kêm divê bi Şamê re hevdîtin dest pê bikin."
MA / Ferhat Çelik