MÊRDÎN – Li çoltera navçeya Mehsertê teqîn pêk hat û di teqînê de eskerek mir û 2 esker birîndar bûn.
Li çoltera navçeya Mehsertê ya Mêrdînê esker derketin operasyonê. Li herêma operasyonê teqînek rû da. Li gorî agahiyên ewil di teqînê de 3 esker birîndar bûn. Eskerên birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Ji eskerên birîndar Çawîşê Pispor Mehmet Acar di li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Li herêmê tevgera eskerî didome.