NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya Sosyalîst a Ewropayê, ji bo berdana Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê serdama berê Selahattîn Demîrtaş bang kir.
Partiya Sosyalîst a Ewropa, ji bo Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê serdama berê Selahattîn Demîrtaş ku 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê darbarê wî biryara berdanê dayî, banga berdanê kir.
Serokê PES’ê Sergeî Stanîşev, di daxuyaniya da de wiha got: “Tirkiye bi girtina Selahhattîn, mafê wî û mafê siyasî yê gelê Tirkiyeyê bin pê dike. Weke ku me berê jî gotibû, ev sûcdarî siyasîne û tekane armanca wê bêdeng kirina mûxalefeta demokratîke. Em dixwazin demildest Demîrtaş bê berdan. Selahattîn, ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû welatiyên Tirk têkoşîna mafê mirovan, demokrasî û azadiyan dide. Tekane sûcê wî demokratîke û ji bo Tirkiyeke pêşketî dixebite. Ji ber vê yekê nêzî 3 salane di girtîgehê deye. Tirkiye bi vê yekê Hevpeymana Mafê Mirovan a Ewropayê bin pê dike. Emê weke PES, piştgiriyê bidin endamên xwe yên HDP’î û CHP’î yên li Tirkiyeyê. Em ê êrîşên li ser mafên endamên xwe qebûl nekin û piştgiriya xwe ya ji bo wan dewam bikin.”