AMED - Welatiya asteng Hatîce Betuçelebî ku piştgirî da çalakiya rûniştinê ya li dijî tayînkirina qeyûman, diyar kir ku kurd ji bo demokrasiyê ketine nava tevgerê û wiha got: "Heke hewldana Kurdan a ji bo demokrasiyê bê bersîv bimîne dê Tirkiye bikeve tarîtiyê."
Çalakiya rûniştinê ya li dijî tayînkirina qeyûm a ser Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di roja 17'an de li Kolana Lîseyê didome. Asteng Hatîce Betuçelebî ku 17 rojên piştgirî dide çalakiyê û her roj tê tavlî çalakiyê dibe, diyar kir ku kurdan ji bo demokrasiyê destê xwe bilind kiriye û hin hişyariyan kir.
'DESTÊ KU RONAHIYA DEMOKRASIYÊ GIRTIYE'
Betuçelebî da zanîn ku 30 sal in li Amedê dermanfiroşiyê dike û got ku gelên Tirkiyeyê li cihekî girîng in. Betuçelebî destnîşan kir ku destê kurdan ji bo demokrasiyê bilind bûye û wiha got: "Ev dest destê ku ronahiya demokrasiyê girtiye. Heke ev hewldan bê bersiv bimîne dê Tirkiye bikeve tarîtiyê. Em hemû gelên Tirkiyeyê bi hev re rêz ji vîna kurdan bigirin û li wan xwedî derkevin."
Betuçelebî bi lêv kir ku bi salan bi Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli re xebitiye û ev tişt anî ziman: "Neheqî li Mizrakliş hatiye kirin. Ji ber ku rêz ji vîna gelê Amedê ya ji sedî 63'ê re nehatiye girtin, tevlî çalakiyan dibim. Li kudera Tirkiyeyê dibe bila bibe divê rêz ji vîna gel re bê girtin."
'KURT MIRINE ME EV NEDÎT'
Di berdewamê de Betuçelebî anî ziman ku weke gelê tirk bi salan bi strana "Li wir gundek heye ew gundê me ye" mezin bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Weke zarokekek ku li pêlîstokên xwe xwedî derdikeve, em jî bi salan li axa xwe xwedî derketin. Me tu carî nexwest ku pirsgirêkên li vir bibihîzin. Gund şewîtin me nedît. 18 hezar kurd hatin kuştin me nedît."
Betuçelebî herî dawî got ku herkesê ku xwe xema wî ya paşerojê heye divê li vîna gelê kurd xwedî derkeve.