AMED - Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli, ji bo tayînkirina qeyûman got "darbe ye" û ji bo daxuyaniyên Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî jî got "danezana darbeyê" ye. Mizrakli, diyar kir ku ji Torontoyê heta Japonyayê, li dijî qeyûman îtiraz hene.
Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli ku Wezareta Karê Navxweyî qeyûm tayînî şûna wî kir, polîtîkayên hikûmetê, daxuyaniyên piştî qeyûman hatin kirin nirxandin.
Mizrakli ku tayînkirina qeyûman wekî "darbeyê" nirxand û wiha axivî: "Qeyûm, rêbazeke bêhiqûqîtiyê ye ku dewlet bi wê hêza xwe ya dijwar li hemberî vîna gel pêk aniye. Ev darbe ye. Ji bo darbeyê îleh ne hewce ye leşker hebin. Ne hewce ye îleh hin danezanên qanûna bingehîn li hin deveran bên daliqandin. Qeyûm, bnpêkirina vîna gel in. Di 12'ê Îlonê, di 12'ê Adarê, di 27'ê Gulanê de çi bû? A rast e bi zimanê wê, bi sêwirandina wê, bi hincetên wê dema mirov lê dinere, ji xwe mirov feraseta li paş perdeya wê fêm dike. Em dibînin ku feraseteke darbekar çêbûye."
‘DANEZANA DARBEYÊ DIXWÎNE'
Mizrakli, bal kişand ser daxuyaniyên piştî tayînkirina qeyûman ên tayînkirina qeyûman diparêzin û wiha bilêv kir: "Gava em li gotinên serokê MHP'ê dinerin, tu dibê qey danezana darbeyê dixwîne. Yanî dibêjin li tu derê em ê nehêlin hûn bibin xwedî vîn û hiqûq."
Mizrakli, bilêv kir ku dewlet helwesta xwe ya ji bo ku kurdan derî siyaseta demokratîk bihêle didomîne û wiha rêz kir: "Bi dîkekirina kurdan, xutkirina hewldanên çareseriya demokratîk ne pêkan e. Divê mirov baş li encamên hilbijartinên 31'ê Adar û 23'yê Hezîranê binere. Di vî warî de viê em hewldanên xwe yên di vî warî de heta dawiyê bidomînin û ji mewziyên xwe yên dewmeokratîk dernekvin. Cîhanê ev tişt dît; rastiyek şilfîtazî bû. Hat asta ku dîsa rim di têran re hilnayê. Êdî havêneke ku xwedî li vîna xwe derdiekeve û bi biryar têkoşîna xwe didomîne derket holê."
‘GEL MIN HILBIJART'
Mizrakli, bi bîr xist ku serlêdana wan a ji bo namzetiyê ji aliyê Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ve hatiye qebûlkirin, lê belê mazbataya hevşaredar Hulya Alokmen nehatiye dayîn û got: "Ev gel gava ez hilbijartim wekî hevşaredar ez hilbijartimç Lê belê, dewlet ji vê hêla me nerihet bûye. Di warê berpirsiyariyên burokratîk, îdarî û hiqûqî de tu pirgirêk rû nedane. Hûn nikarin vê hêla demokratîk a vî karî ku di vîna gel de bi cih bûye ji nedîtî ve bên. Car heye nirxên gel û tiştên gel derxistine holê, li pêş hiqûq, burokrasî û îdareyê ne."
‘ME GOTINEK JÎ NEANÎ SER QURÎŞEK VÎ GELÎ'
Mizrakli, ji bo îdiaya "Pereyan dişînin Qendîlê" jî got: "Kenê guran jî bi vê tê. Em ew kes in ku me gotiye em ê tu carî bêhiqûqîtiyê nekin, em ê ji heq û edaletê wêdetir neçin û em ê gotinê neynin ser qurîşeke vî gelî jî. Me ji deynê ku qeyûman xist stuyê şaredariyê 103 û nîv milyon lîre da. Ji vî deynî me 73 milyon ên qelemên şaredariyê, 30 milyon jî ê DÎSKÎ'yê. Eger me ew deyn nedane, wê ev deyn li gel vegeriyane. A rast webala qeyûman pir zêde ye, lê webalekî me yê biçûk jî heye. Me ew deyn da. Helbet deyndayîn mukelefiyeteke me ya qanûnî ye, lê dîsa jî dilê min diêşe. Çima deyn bên hiştin? Çima em deynan bidin?"
‘JI TORONTOYÊ HETA JAPONYAYÊ ÎTIRAZ HENE'
Mizrakli, bilêv kir ku wê polîtîkayên qeyûman encam negirin û wê gelêkurd xwedî li vîna xwe derkeve û got: "Eger hûn mirov bin, eger hûn gel bin, eger hûn ji bo aştiyê bi berpirsiyarî tev digerin nexwe wê bawerî û biryardariyeke bêdawî derkeve holê. Mixabin ev gel berê jî bi gelek neheqî û bêhiqûqîtiyan re rû bi rû maye. Lê ew îmtihan ev tişt nîşanî muxalifên xwe dan; di her şert û emrcê de civakîbûyîneke me ya ku vîna xwe û rûmeta xwe esas digire heye. Li vira samîmiyet heye, bawerî heye, biryardarî heye, xwedîderketina li pêşerojê heye. Tenê ne yên HDP'î, hin derdorên din jî hewl didin bibin hevparê vê. Em dibînin ji Torontoyê heta Japonyayê, ji vî seriyê cîhanê heta seriyê din li hemberî qeyûman îtiraz heye. Menzîla vê îtirazê, pêkanînan divêtiyên hiqûq, edalet û demokrasiyê ye. Meşeke ku encamên wê rast hatine xwendin, em ê bi ser biekvin. Teqez em ê bi ser bikevin."