AMED – Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin, ji bo "Belgeya Stratejiya Reforma Darazê" ku îktîdarê xist rojevê bilêv kir ku divê ev belge ji hêla gelek derdoran ve bê nîqaşkirin û got: "Mesela, eger hûn pênaseya TMK'ê ji nû ve nenivîsînin, wê rê li ber ber vê bêhiqûqîtiyê neyê girtin."
Merasîma Sala Nû ya Edlî li Qesra Serokomartiyê hat lidarxistin. 52 baro bertek nîşanî vê merasîmê dan û tev lê nebûn. Yek ji van baroyan jî ya Amedê bû. Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin, bilêv kir ku di serdemeke ku nîqaşên ji bo bêalîbûn û serxwebûna darazê tên kirin de ne rast e mirov vexwandina merasîma li Qesrê qebûl bike.
'NEBIBÎRANÎNA TAHÎR ELÇÎ ŞERMEKE MEZIN E'
Di merasîmê de Serokê Dadgeha Bilind Îsmaîl Ruştu Cîrît, şehîdên darazê bi bîr anîn lê belê navê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê hat kuştin bilêv nekir. Aydin, bertek nîşanî vê yekê da û got, 3 sal û 9 meh di ser cinayeta Elçî re derbas bûne lê hîn jî di dosyeyê de tu pêşketin çênebûne û ev yek jî helwesta darazê nîşan dide. Aydin, got: "Nebibîranîna serokekî eybeke mezin e, nayê qebûlkirin. Ji xwe ev helwesta darazê jî nîşan dide. 3 sal û 9 meh derbas bûn. Lê hîn jî di dosyeyê de tu pêşektin çênebûne, ev jî nêzîkatiya darazê ya ji bo baroyan, parêzeran nîşan dide."
Aydin, anî ziman ku avaniya darz û îdariyî ya Tirkiyeyê, parêz û baroyan wekî perçeyeke darazê nabîne û ev veguheriye pirsgirêkek kronîk.
Aydin, destnîşan kir ku cihê ku merasîm lê hatiye çêkirin serbixwebûna darazê bin pê kiriye û got: "Hûn ji kê dipirsin bipirsin, ji bo vê ne hewce ye mirov hiqûqnas be, ne serokê baroyê be an jî ne akademîsyen be. Hûn ji welatiyekî re jî bipirsin wê bêje ev ne tiştekî rast e."
'NE HELWESTEKE RAST E'
Erdogan, kesên tev li merasîmê nebûbûn bi provakasyonê tawanbar kiribû. Aydin, vê helwesta Erodgan rexne kir û got: "Yek ji meseleyên sereke yên Tirkiyeyê jî meseleya azadiya fikr û ramanê ye. Yanî eger em wekî mêvan ahtibin vexwandin, nexwe heqekî me yê ku em neçin jî heye. Ne hewce ye mirov vê yekê bi hincetekê ve girê bide. Lê me girê da û em li pişt hincetên xwe ne. Her cara em tiştekî ku li hesabê birêvebirinê nayê dibêjin, tê gotin 'ez ê fesix bikim, z ê bigirim, ezz ê pergalê biguherînim.' Bi ya min ev gotinên gefxwarinî ji bo kesekî li wê meqamê ne helwesteke rast e."
‘NAVEROKA BELGEYA STRATEJIYA REFORMA DARAZÊ NE DIYAR E'
Aydin, bal kişand ser naveroka Belgeya Stratejiya Reforma Darazê ya Nû jî û diyar kir ku naveroka belgeyê hî ne diyar e û got: "Çaçroveya wê ya sereke bi raya giştî re hat parvekirin. Ji me re jî hat şandin. Ew tenê çarçoveyek bû. A muhîm hûn ê hundurê wê bi çi awayî dagirin. Mesela, eger hûn pênaseya terorê ya di Qanûna Têkoşîna Li Hemberî Terorê (TMK) bi awayekî rast pênase nekin, eger hûn bi awayekî rast ji nû ve nenivîsînin, wê rê li ber vê bêhiqûqîtiya serî berdaye neyê girtin. Eger hûn di warê azadiya fikr û ramanê de hin tiştan sererast nekin, hûn dozê li kesên dadikevin kuçeyan û îtiraz dikin vebikin û ceza li wan bibirin. Ev yek dibe sedema bêhêvîtiyê."
Aydin, destnîşan kir ku ji bo hundirê vê belgeyê baş bê dagiritin divê bi baroyan, rêxistinên civaka sivîl, bi rêxistinên mafan re baş bê nîqaşkirin û got: "Eger bendewariyên civakê di xwe de bihebîne û li gor wê bê sererastkirin wê çaxê wê wateyeke vê stratejiyê hebe. Hêvîdar im di hundirê vê pakêtê de meseleyên der barê azadiya firk » ramanê, pênaseya terorê, mafê civîn û xwepêşandanan hebin."
Aydin, anî ziman ku di sala nû ya edlî de wê BAroya Amedê ji bo mafên mirovan di çarçoveyeke hiqûqî de tev bigere û got: "Em hem li herêmê hem jî li Tirkiyeyê bi baroyên din re danûstendinê dikin. Wê ev dnaûstendin bidome. Armanca me ya sereke demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, rêz û hurmeta ji bo mafên mirovan e û girêdayî wê jî di warê çareserkirina pirsgirêka kurd de pêşxistina çareseriyeke demokratîk û aştiyane ye. Di vî warî de tenê ne bi baroyan re em amade ne bi hemû rêxistinên civaka sivîk » heta bi burokrasiya dewletê re jî danûstendinan bikin. Wê ji niha û pê ve jî xebatên me yên di vî warî de bidomin."
MA / Aydin Atay