* Lîstik ango şanoya Mem û Zînê ya di her warî de qala jiyana kurdan dike û ji aliyê Şanoya Bajêr a Amedê ve ku hatiye çêkirin piştî 5 salan carek din derdikeve ser dikê.
* Ji ber krîza li welêt êdî esnafên Geverê nikarin heqê kirêyên dikanê xwe jî bidin. Esnafan, diyar kir ku tekane rê "aştî" ye.
* Serdema nû ya navendên çandê yên li Esenyûrtê dest pê kirin. Armanca navendan ew e ku bi rêya hunerê civakan bigihîne çanda wan î heqîqî.
* Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin, ji bo "Belgeya Stratejiya Reforma Darazê" ku îktîdarê xist rojevê bilêv kir ku divê ev belge ji hêla gelek derdoran ve bê nîqaşkirin û got: "Mesela, eger hûn pênaseya TMK'ê ji nû ve nenivîsînin, wê rê li ber ber vê bêhiqûqîtiyê neyê girtin."
* Li nav erdan kîloya îsota bi nav û deng a Rihayê bi lîre û nîvê ye, li ser dezgehan bi 5 lîreya ye. Hilberîneran, bilêv kir ku îsal ji ber kurmik û kêzikan li baxçeyên wan xistiye berdariya îstoê kêm bûye û ji ber vê fiyetê wê îsal biha ye.
* Belgeyên nû yên ruşwetê yên Şêwirmendê Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê û Walî Mustafa Yaman, Bulent Erdolu derketin holê. Li gorî van belge û fatûrayan, maşîna ku ji bo Serokomar Erdogan bi 375 tl kirê kirin, heman maşîne ji bo Wezîrê Karên Hundir Soylu bi hezar û 100 tl krî kiriye.
* Li Taxa Germûş a navçeya Hîlaliye ya Rihayê Dêra Germûşê ya ermeniyan, hindik maye hilweşe.
* Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), cezayê ji bo beyana "Abdullah Ocalan vîna min a siyasî ye" hatibû birîn, di çarçoveya "binpêkirina azadiya fikr û ramanê" de nirxand.
* Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli, ji bo tayînkirina qeyûman got "darbe ye" û ji bo daxuyaniyên Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî jî got "danezana darbeyê" ye. Mizrakli, got: "Ji Torontoyê heta Japonyayê, li hemberî qeyûman îtiraz hene."
* Berdevkê Hewldana Parastina Mîrateya Çandî û Xwezaya ya Dersimê Bariş Yildirim hişyarî da heke demildest ji bo ava kanalîzasyonê ya diherike Çemê Mûnzûrê tedbîr neyên girtin dê bibe sedema mirina komî ya pezkovîyan û dê rê li ber mirina sewalan veke.
* Rêxistina HDP'ê ya Amedê wê têkildarî êrîşên li dijî avahiay HDP'ê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (10.00)
* Rêxistinên HDP'ê wê li dijî tayînkirina qeyûm li Mêrdîn, Amed û Wanê di roja 17'an de çalakiyên xwe berdewam bike. (11.00-12.00-13.00)
* Danişîna doza kuştina Gerînedeyê Giştî yê Rojnameya AGOS'ê Hrad Dink wê li 14'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin. (11.00)
* Çalakiyên Nobeta Av û Wîcdan a Çiyayê Kazê wê di roja 41'an de berdewam bike. (12.00)
* Parlamenterê DEP'ê yê Mêrdînê Mehmet Sincar, wê li ser gora xwe ya Qoserê bê bibîr9anîn. (17.00)