STENBOL - Danişîna doza 23 kesên ku di navde rojnameger û nûçegîhanên ETHA Îsminaz Temel û Havva Cuştan û parêzerên EHB jî heye hat dîtin. Dadgehê danişina dozê taloq kir.
Danişîna doza 23 kesên ku di navde Nûçegîhanên Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Îsminaz Temel û Havva Cuştan û parêzerên Buroya Hiqûqê ya Bindestan (EHB) jî heye, yên bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" û "Propaganda rêxistinê kirine" tên darizandin li 27'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Di danişînê de rojnameger Îsminaz Temel, prz. Ozlem Gumuştaş û Sezin Uçar jî di navde 12 kes amade bûn. Danişîna dozê bi xwendina nasnameyan dest pê kir. Îfadeya şahid Sercan Kaya hat xwendin. Parêzeran piştre parastin kir. Parêzeran xwest şertê kontrola edlî ya rojnamegeran bê rakirin.
Heyetê daxwaza parêzeran red kir û doz taloqî 26'ê mijdarê kir.