EFRÎN - Komên Çekdar ên girêdayî TSK'ê li Efrînê di 2 rojan de 20 sivîl revandin û birin cihekî nediyar.
Çavkaniyên herêmî yên Efrînê agahî dan Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) û diyar kirin komên çekdar ên girêdayî TSK'ê di 2 rojan de 20 sivîl ji şêniyên gundê Meratê revandin. Çavkaniyan anîn ziman ku nehat zanîn ku 20 sivîlên hatin revandin birine ku. Ji roja dagirkirina Efrînê heta niha bi sedan sivîl hatin revandin û pereyan ji malbatên wan dixwazin. Çavkaniyan navên çend kesên hatin revandin wiha parve kirin: Elî Hesen, Xelîl Mihemed, Elî Çelqî, Sefwan Osman, Neçiran Heydo, Rokan Misto, Elî Îbrahîm, Ednan Cencî û Osman Îbrahîm.