AMED - Derket holê ku 550 hezar TL mesrefa xwarina bernameyeke Serokkomar Erdogan, ji aliyê qeyûmê beriya niha yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatiye razandin. Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli bi gotina 'Hinek wijdan' bertek nîşanî xerckirina ku hatiye kirin da.
Dawî li xerckirinên zêde yên Cûmalî Atîlla ku weke qeyûm tayînî şûna hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli hatibû kirin, nayê. Piştî xerckirinên zêde yên qeyûmên Mêrdînê Mûstafa Yaman en ji bo wezîr û serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, derket holê ku qeyûmê beriya niha yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Cûmalî Atîlla jî ji bo xwarina serdana Erdogan a Amedê mesrefeke zêde kiriye.
JI BO 6 HEZAR KESÎ XWARIN
Hat hînbûn ku Erdogan, ji bo Hilbijartina 24'ê Hezîranê, di 3'ê Hezîrana 2018'an de hatiye Amedê û li Navenda Pêşangeha Amedê ya TUYAP'ê xwarina fitarê daye 6 hezar kesî. Derket holê ku ev xwarin ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatiye dayîn û serê mirovê di 85 TL'yî de 550 hezar TL mesrefa xwarinê bûye.
MIZRAKLI: HINEK WIJDAN
Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji peywirê hat girtin û Waliyê Amedê Hasan Basrî Guzeloglû weke qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, têkildarî mijarê axivî û bi van gotinan, 'Hinek wijdan, 550 hezar lîre' bertek nîşanî rewşê da. Mizrakli destnîşan kir ku bi vî pereyî dikare piştgiriya 2 hezar û 754 malbatî bê kirin û wiha got: "Ji bo her malbatî dikare piştgiriya xwurek a bi 200 TL bê kirin. Dê bi vê yekê dikare heta mehekî her roj xwarin bê çêkirin. Wijdan wiha ferman dide."