AMED - Şewata duh li daristanên navçeya Pasûr a Amedê, piştî topbarana ji qereqola leşkerî hatin avêtin rû da, belav dibe. Li gel hemû mudaxileyên welatiyan jî şewat nehat kontrolkirin û her ku diçe mezin dibe.
Li çoltera gundê Barînê ya navçeya Pasûr a Amedê, di encama topbarana ji qereqola leşkerî ya ewlekariya Bendava Farqînê dike de, duh bi şev şewatê rû da. Şewata ku di demek kurt de balevî qada çiyayî bû, welatiyan xwest bi derfetên xwe mudaxile bikin, lê leşkeran welatî asteng kirin.
Welatiyên, di saetên serê sibê de çûn herêma şewatê, dest bi vemirandina şewatê kirin. Welatiyên, nekarin bi derfetên xwe şewatê vemirînin, bang li saziyên fermî û gel kirin ku mudaxileyê şewatê bikin.
Şewata ku li herêmê belav dibe, heya niha nêzî qadek hezar donim kir xelî.