MÊRDÎN – F.A., yê dema li Mêrdînê tayînkirina qeyûm şermezar kir û hat binçavkirin, li Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê rastî lêdan, îşkence û gefên tacîzê hat.
Wezirê Karên Hundir Suleyman Soylu piştî di 19'ê tebaxê de qeyûm tayînî şaredariyên HDP'ê yên Mêrdîn, Wan û Amedê kirin, 16 rojin çalakiyên li kolanan berdewam dike. Li Mêrdînê di roja duyemîn a çalakiyan de rojnameger Mehmet Şah Oruç, Rojda Aydin, Halime Parlak, Nurcan Yalçin û Ahmet Kanbal û 3 welatî dema nûçe dişopandin hatin binçavkirin. 5 rojnamegerên hatin binçavkirin birin Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê. Roşek şûnde di 21'ê Tebaxê de 4 kesên din ên qeyûm şermezar kirin bi lêdanê hatin binçavkirin. Yek ji wana F.A. yê bi lêdanê hatibû binçavkirin. Ji ber lêdan û îşkenceyê li laşê wî birîn çêbûn û 6 kêlê dirûnê avêtibûn birînên wî. Rojnamegerên hatin binçavkirin dema çûn li nexweşxaneyê raporê bistînin, rapora F.A. ya derbkirinê dîtin. F.A.piştî di bin çavan de ma jî rastî lêdan û îşkenceyê hat. Dema rojnameger li nezaretxaneyê bûn, di 23'ê Tebaxê saet di navbera 09.00 û 12.00'an de xwestin bi zorê girteka binçavkirinê bi F.A. û kesên li gel wî bidin îmzekirin. F.A., ku nexwest girtekê îmze bike di bin çavan de dîsa rastî lêdan û îşkenceyê hat û gefa tacîzê li wî xwarin.
Piştî ez û hevamên min ên rojnameger hatin berdan û û F.A., hat berdan min derfet dît ku li derve bi F.A., re hevdîtin bikim û serpêhatiyê wî binivîsim. F.A.,diyar kir ku piştî hat binçavkirin ji ber lêdanê ji ser hişê xwe çûbû û bi wî halî rakirin nexweşxaneyê û wiha got: "Ji xwe piştî ji ser hişê xwe çûm polîsan ez birim nexweşxaneyê. Ji ber lêdanê di bedena min de birîn çêbûbûn. 3 saetan li nexweşxaneyê mam. 6 kêl avêtin birîna pişta min. Piştî nexweşxaneyê ez bi lêdan û gefan birim nezaretxaneyê. Ez li nezaretxaneyê rastî gefên giran hatim. Bêyî belgeya binçavkirinê ez binçav kirim û xwestin bi zorê ji sûcekî ku min nekiriye girtekê bi min bidin îmzekirin. Xwestin ez bi zorê ez belgeyê suc îmze bikim. Min nexwest îmze bikim. Li ser vê yekê neheqî li min û malbata min kirin. Li ser vê yekê polîsê bi navê Ahmet û polîsekî ji nezaretxaneyan berpirsiyar ez birim konteynirên avahiyên Midûryeta polîsan. Li wir xwest bi zorê bi min bidin îmzekirin. Gotin 'Ger ku tu îmze neke emê tecawizî te bikin.' Min jî got min tu sûc nekiriye û ev belgeya ez îmze bikim ne rast e. Polîsê bi navê Ahmet û polîsê pordirêj dîsa gefa tecawiz û îşkenceyê li min xwarin. Piştî min girtek îmze nekir dîsa îşkence li min kirin. Dîsa min îmze red kir. Ji ber vê yekê polîsê bi navê Ahmet li min da. Gefa kuştinê û tacîzê li min xwar."
F.A., anî ziman ku piştî anin nezaretxaneyê, polîsê bi navê Ahmet got 'Bila berê bibin nexweşxaneyê û piştre dîza ezê tecawiz bikim. Ez zewqê jê distdînim' û wiha axivî: "Ez pir tirsiyam. Ji tirsan ez cemidîbûm. Li nezaretxaneyê dîsa bi cop û şûşa soda li min dan. Polîsê bi navê Ahmet xwest bi zorê ez şalê xwe dînim. Bi copan li organên min ên zayendî dan. Piştre xwest ez bi zorê li ser tiliyê xwe li ser piyan bisekinim. Tacîzî organên min ên zayendî dikirin. Nêzi 10 kêliyan ez li ser pêçiyên xwe sekinîm. Piştre bi copan li min dan. Polîsan ji bo ez serpêhatiyên xwe parve nekim gef li min xwarin. Gefa 'Dema tu bi axive emê bêjin 'Heqaret li Serokomar Erdogan û Ataturk kiriye û emê te dîsa binçav bikin' û xwestin ez ne axivim. Dema ez derxistim nexweşxaneyê ji tirsan min tiştek ji bijîşk re negot. Min rapor negirt. Lê min serpêhatiyên xwe ji parêzerê xwe re got. Ezê serlêdana sûc bikim. "
MA / Ahmet Kanbal