ENQERE - Pêşnûmeyên Parlamenterê HDP'ê Huseyîn Kaçmaz ku di wan de 'Bajarê kurdan' û 'Kurdistan' hebûn, ji aliyê Serokatiya Meclisê ve hatin redkirin. Kaçmaz got ku dê gotina xwe ya Kurdistan bidomînin.
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz di meha tîrmehê de têkildarî şewata daristanan, bi daxwaza ku Wezîrê Daristan û Çandiniyê Bekîr Pakdemîr bi bersivîne, pêşnûmeyek dabû Serokatiya Meclisê. Bi hinceta ku di pêşnûmeyê de peyvên 'Bajarê Kurdan' hebûn, pêşnûme di 17'ê Tîrmehê de ji aliyê Serokatiya Meclisê ve hatibû redkirin. Piştî vê yekê parlamenter Kaçmaz tekildarî heman mijarê, bi daxwaza ku wezîr Pakdemîrlî bi bersivîne, pêşnûmeyeke nû da Serokatiya Meclisê. Kaçmaz di vê pêşnûmeya xwe de jî li şûna 'Bajarê kurdan' peyva 'Kurdistan' bi kar anî. Ev pêşnûmeya Kaçmaz jî bi hinceta ku 'mirov dêşîne' ji aliyê Serokatiya Meclisê ve hat redkirin.
Kaçmaz di pêşnûmeyên xwe de diyar kiribû ku di encama operasyonên ku bi hinceta 'Ewlhiyê' tên lidarxistin de bi hezaran donim daristan hatine şewitandin û zeviyan xesar dîtiye. Kaçmaz di pêşnûmeyên xwe de bi taybetî bal kişandibû ser şewatên ku li bajarên mîna Şirnex, Mêrdîn û Çewlîkê derketibûn.
'KÎ ACIZ DIBE BIBE EM Ê GOTINA XWE BERDEWAM BIKMIN'
Kaçmaz têkildarî redkirina her du peşnûmeyên xwe axivî û ev tişt anî ziman: "Em ê bi berdewamî bibejin Kurdistan. Ev nîşaneya înkara ku ji destpêka komarê ve didomeye. Di heman demê de nîşaneya fobiya kurdan e. Em ê li her derê vê rastiya dîrokî bînin ziman. Kesên ku li dijî vê yekê dertên jî dê wekî partiyên beriya xwe bihelin û biçin. Ji ber ku bajarê kurdan ji xwe re weke ku 'mirov dêşîne' dîtin, min jî bi awayekî radîkaltir bi peyva Kurdistanê pêşnûme da wan."