AMED - Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan, li Amedê beşdarî çalakiya rûniştina ya li dijî tayînkirina qeyûm bû û diyar kir ku ji niha şûn ve bi ku ve biçin dê polîtîkayên qeyûman teşhîr bikin û li dijî qeyûman têkoşîneke hevpar bi meşînin.
Serdanên çalakiya rûniştîn a ku li Amedê li dijî tayînkirina qeyûm a ser Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatiye destpêkirin, didomin. Seroka Giştî ya Partiya Ked'ê (EMEP) Selma Gurkan, serdana çalakiya rûniştinê ya li Kolana Lîseyê tê lidarxistin, bû û diyar kir ku ku ji niha şûn ve dê bi ku ve biçin polîtîkayên qeyûman teşhîr bikin. Gurkan da destnîşan kir ku tayînkirina qeyûman tenê bi şaredariyên HDP'ê re bi sînor nîne û wiha got: "Ji ber vê yekê em vegotina polîtîkayên qeyûman a ji bo karker, kedkar û hemû gelên Tirkiyeyê ji bo xwe wek peywir dizanin."
'TÊKOŞÎNA LI HEMBERÛ QEYÛMAN TÊKOŞÎNA DEMOKRASIYÊ YE'
Serok Gurkan da zanîn ku tayînkirina qeyûman parçeya pêkanîna pergala înşakirina yek partî û yek mirovî ye û wiha got: "Têkoşîna li hemberî qeyûman têkoşîna demokrasiyê ye. Li gorî vê yekê gelên Tirkiyeyê, hêzên demokrasiyê û aştiyê, bi têkoşîneke hevpar a demokrasiyê dikarin vê pêla êrîşê bidefînin. Di demên pêş de em ê van pêkanînan ki kedkaran vebêjin û diyar bikin ku ev polîtîkayên hikumetê tên çê wateyê. Li aliyê din em ê bi nêrînên cûda yên siyasî û hêzên civakî re ji bo pêşxistina demokrasiyê di nav helwdanan de bin. Ji nû şûn ve dê polîtîkayên me ji bo teşhîrkirina polîtîkayên qeyûman bin."