ÎZMÎR – 400 penaberên afxan ku li nav Parka Agora ya Îzmîrê di şert û mercên zehmet de dijîn, tenê daxwazek wan heye ew jî sûdê ji xizmetên tenduristiyê bigirin.
Ev demeke dirêj e 400 penaberên afxan li navçeya Konak a Îzmîrê li Parka Agorayê di şert û mercên zehmet de dijîn. Ji penaberan yek jê jî Bebegul Tacîk e. Tacîk, du roj berê gava ji ber ducanîbûnê sancûyên wê çêdibin hin kesên li derdorê xeberê digihînin komên tenduirstiyê, lê belê ji ber nasnameya wê tune bûye nexwestine wê bibin nexweşxaneyê. Piştî şêniyên taxê bertek nîşan didin wê radikin nexweşxaneyê û bi sezeryanê zaroka xwe diwelidîne. Bav Jawet Sûltan jî dema ji bo hin eşyayên hevjîna xwe jê re bîne ji nexweşxaneyê diçe pakê û li wir polîs wî binçav dikin û wî dibin Navenda Paşveşandinê ya Harmandaliyê.
Arîf Mîrayî ku tevî hevjîna xwe û sê zarokên xwe hatiye Tirkiyeyê, nzêî 2 meh in li hewşa hemama dîrokî ya Agorayê dijî. Mîrzayî, ji bo jiyana li parkê got: "Em hatin viraa, lê ne perê me heye ne jî em dikarin tiştekî ji zarokên xwe r ebikirin. Gava mirov xwarinê bînin em têr dibin. Em li ser kartonan radikevin. Min bihîstibû ku Îzmîr baş e, lê belê li vira kar bi destê me nakeve. Em jî nizanin em ê çi bikin." Mîrayî, destnîşan kir ku ew dixwazin sûdê ji xizmeta tenduristiyê bigirin.
2EM JI DOJEHEKÊ REVIYAN EM HATIN DOJEHEKE DIN'
Jineke penaber ku ducanî ye û nexwest navê wê bê aşkerekirin, diyar kir ku gava ji bo kontrolkirinê çûye nexweşxaneyê ji be rnasnameya wê tune bûye nehatiye muayenekirin û niha ji bo pitika wê şik û guman lê peyda bûne.
Penaberekî afxan ê 21 salî ku nexwest naavê wî bê aşkerekirin, diyar kir ku 15 roj berê ji Stenbolê hatiye Îmzîrê û got: "Li vir arewşa me qet nebaş e. Em ji dojehehê reviyan em hatin dojeheke din. Em dixwazin biçin Ewropayê. Ji bo çûyîna me bir arê vekin. Em naxwazin em wisa li parka bijîn. Zivistan tê û wê hewa sar bibe."