RIHA - Meysa Ahmî ku ji Kobaniyê ye û li Pirsûsê li ber germahiyeke 42 pileyî îsotê berhev dike bal kişand ser zor û zehmetiyên xebatê û got: "Îsota Rihayê xweş e, lê di germahiyê de berhevkirina wê qet nexweş e."
Her çend li cîhanê îsota Rihayê bi nav û deng be jî, lê belê li nav erdan li ber germahiyeke dijwar berhevkirina wê ji bo karkeran zehmet e. Li Taxa Mizêbila Jêrîn a Pirsûs a Rihayê, jinên kobaniyî yên îsotê berhev dikin bal kişandin ser zor û zehmetiyên kar. Jinan bilêv kir ku ew sibehês aet di 5'an de radibin û heta 6'ê êvarî dixebitin.
‘SERÊ KÎLOYÊ 75 QIRÛŞ'
Serhildan Hacimûrat ku di dema êrîşa DAIŞ'ê ya li ser Kobaniyê berê xwe da Pirsûsê cem xizmên xwe, bilêv kir ku ew li nav erd dixebitin û got: "Îsota Rihayê xweş e, lê berhevkirina wê qet nexweş e. Em serê kîloyê dixebitinê Serê kîloyê 75 qurîş ji me re ye. Eger ne ji mecbûrî me ma kî dixwaze di vê germê de bixebite."
‘DESTÊN ME DIŞEWITE'
Zergê Hesen jî ji ber heman sedemê berê xwe daye Pirsûsê û niha tevî du zarokên xwe dixebite. Hisên, got: "Gava em îsotê berhev dikin destên me dişwite. Di germê de bêtir dişewite. Em dûrî warê xwe ne. Ma tu der wekî warê mirov dibe? Ji ber vê germahiyê em nexweş dikevin. Ez û du zarokên xwe yê 14 salî dixebitin."
Meysa Ahmî jî got: "Îsota Rihayê xweş e, lê di vê germahiyê de berhevkirina wê qet nexweş e. Em ji sibehê heta êvarî di vê germahiyê de dixebitin. Ev germahî carinan dibe 48 pile. Lê em mecbûr in. Em penaber in. Li malê kes namîne, tevî zar û zêçan em hemû dixebitin. Heta êvarî dixebitin. Sirf ji bo hinek pere bi dest me bikeve."