WAN – Seroka Giştî ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Şebnem Korûr Fîncanci, bilêv kir ku berpirsiyarên sereke yên şideta hêzên dewletê ya li kolanan, "vîna siyasî ya "polîtîkayên bêcezatiyê" pêk tîne ye.
Li welat, di salên dawî de şideta hêzên dewletê ya li kuçe û kolanan her diçe zêdetir dibe. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), tenê di sala 2018'an de di binçavan de 356 kes bi rêbazên lêdanê û yên din re rû bi rû mane, 246 kes li cihê xwe û 2 hezar û 598 kes jî di civîn û xwepêşandanan de bi îşkence û muameleyên kirêt re û bi rû mane.
Seroka Giştî ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Şebnem Korûr Fîncanci, bal kişand ser şideta polîsan a li kuçe û kolanan her diçe zêdetir dibe û sedemên wê.
‘BI KHK'YAN BÊCEZATÎ LI QANÛNÊN WELATÊ HAT BICIHKIRIN'
Fîncanci, bilêv kir ku ev demeke hema bêje mekanîzmaya parastinê hemû hatiye sekinandin û di serî de li bajarên kurdan di dema qedexeyên derketina derve de mafê jiyanê hatiye binpêkirin û û pêvajoyên pir cidî rû dane. Fîncanci, diyar kir ku piştî van pêkanînan ji dêvla lêpirsînên çalak têketana dewrê û berpirsiyar bihatana darizandin, lê belê tiştekî wisa pêk nehatiye ûg ot, li welat ji destpêkê ve "polîtîkaya bêcezatiyê" pêk hatiye.
Fîncanci, got: "Ev polîtîkaya bêcezatiyê berê hîn bi awayekî mehcûp pêk dihat. Berê em ev tişt bêtir di dosyeyên dozê de didîtin. Biryara neşopandinê dihat girtin û ji bo şideta hêzên dewletê helwesteke parastinî dihat nîşandan. Lê niha, 15'ê Tîrmehê wekî 'lutfeke Xwedê' tê nirxandin. Bi rastî jî me hemûyan bi çavê xwe dît ka ji bo çi 'lutf' e. Çimkî, KHK ji bo wan bivênevê bûn. Kî radibe bixwaze çi zilmê bek dike. Taliyê bêcezatî li nav KHK'yan bi cih kirin. Paşê jî li nav qanûnan bi cih kirin. Niha di qanûnên vî welatî de, di warê têkoşîna li hemberî terorê de berpirsiyarê çalakiyên şidetî ne hêzên dewletê ne."
Fîncanci, bilêv kir ku di qanûnên de hebûna bêcezatiyê li dijî hiqûqê ye, lê belê niha hêzên dewletê xwe dispêrin vê yekê û li welat polîtîkayeke "dijminatiyê û berberîbûnê" tê şopandin. Fîncanci, destnîşan kir ku ev yek herî zêde li bajarên kurdan û li hemberî kurdan pêk tê û got: "Li kuçe û kolanan ê vê şidetê pêk tîne tenê ne hêzên dewletê ne. Ji ber ev bi polîtîkayên bêcezatiyê tên destekkirin vê yekê ji xwe re wekî peywirê dibîne. Loma berpirsiyarî vê yekê ku KHK derxistin û wê kir qanûnan, îradeya siyasî bi xwe ye."
Her wiha Fîncanci, bilêv kir ku ji bo belgekirina vê pêdivî bi hewldanê heye û ji bo vê jî nexasim divê parêzer serlêdanê pêk bînin û got: "Divê serlêdan pêk bên ku ev tişt bên dîtin. Rêyeke rêgirtina li ber vê yekê jî xuyangbûna van tişta ye. Wexta em vê yekê wekî belge nîşan bidin, a rast ji hêlekê em wesfa sûcî ya vê yekê jî pênase dikin. Helbet ji bo rê li ber vê bê girtin divê em ji civakê re bêjin ku dawiya vê îktîdara siyasî hatiye."
‘DARZ HAY JI PEYMANA STENBOLÊ NÎNE'
Her wiha Fîncanci, bal kişand ser bûyerên şidetê yên li hemberî jina û got, ji xwe her kes dizane ku ka polîtîkayên vîna siyasî yên li hermberî jina çi ne û got: "Peymana Stenbolê heye, lê pêk nayê. Lê belê ji bo ev yek pêk bê liberxwedayîneke cidî jî heye. Dibe ku daraz nizanibe Peymana Stenbolê çî ye û hayê wê jê tune be. Di vî warî de pirsgirêk hene an jî naxwazin hîn bibin. Naxwazin jin xurt bibin. Çimkî dizanin eger jin xurt bibin wê di cvakê de demokratîkbûyînî û azadî rû bide."
Herî dawî Fîncanci, bilêv kir ku ji bo rê li ber vê mekanîzamaya şidetî bê girtin û ev mekanîzama bê şiandin divê di her şert û emrcî de daxwaza ji bo aştiyê bê bilêvkirin û got: "Şer, dikuje, şer zirarê dide tenduristiyê. Loma divê em doza aştiyê bikin."
MA / Mujdat Can