* Seroka Giştî ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Şebnem Korûr Fîncanci, bilêv kir ku berpirsiyarên sereke yên şideta hêzên dewletê ya li kuçe û kolanan, "vîna siyasî ye ku "polîtîkayên bêcezatiyê" pêk tîne.
* Mazhar Guler ji Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê nameyek şand û di nameya xwe de bal kişand ser binpêkirinên mafan û nêzîkatiya îdareya girtîgehê.
* Hala Kevn a Amedê ku berê rê û rêwanî lê tune bû, niha hema bêje terkeselatî bûye. Esnafan diyar kir ku hikûmet dixwaze bi zeman xwe xelas bike û gotin: "Ev lêlê ye, hîn lolo maye."
* Mehmet Emîn Yavûzer ku li Pirsûsê tesîsa gubreyê kurmikan ava kir, bi milyonek kurmik mehê 2 ton gubre çêdike.
* Meysa Ahmî ku ji Kobaniyê ye û li Pirsûsê li ber germahiyeke 42 pileyî îsotê berhev dike bal kişand ser zor û zehmetiyên xebatê û got: "Îsota Rihayê xweş e, lê di germahiyê de berhevkirina wê qet nexweş e."
* 400 penaberên afxan ku li nav Parka Agora ya Îzmîrê di şert û mercên zehmet de dijîn, tenê daxwazek wan heye ew jî sûdê ji xizmetên tenduristiyê bigirin.
* Stenboliyan, tayînkirina qyûman û polîtîkayên çewisandinê yên îktîdarê ku li dijî hêzên demokrasiyê bi kar tîne nirxandin û gotin, têkoşîna hevpar a gelan şert e.
* F.A., yê dema li Mêrdînê tayînkirina qeyûm şermezar kir û hat binçavkirin, li Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê rastî lêdan, îşkence û gefên tacîzê hat.
* Derbarê xebatkarê rojnameya Azadiya Welat a bi KHK’ê hat girtin Denîz Kiliç de bi hênceta parvekirina medya civakî doz hat vekirin.
* Çalakiyên HDP'ê yên li dijî tayînkirina qeyûman wê li Wan, Amed û Mêrdînê di roja 16'an de berdewam bike. (11.00-12.00)
* Danişîna doza nûçegîhanên ETHA'yê Havva Cuştan, Îsminaz Temel wê li 27'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (11.30)
* Nobeta Wîcdan û Avê ya li Çiyayê Kazê di roja 40'an de berdewam dike. (12.00)
* Heyetên HDP'ê yên di pêşengiya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr wê di çarçoveya "Makeqanûna Demokratîk" “Paketa Darazê" “Îtîfaqa Demokrasiyê" wê Partiya Karkeran a Tirkiye (TİP), Partiya Kedê (EMEP) ziyaret bike. (15.00/16.30)