RIHA - Li Rihayê, Ramazan Çakmak û Sedat Demîrer ên ji aliyê polîsan ve hatin derpkirin, derbarê polîsan de serlêdana sûc kirin.
Li Taxa Devteştî ya Halîliyê ya Rihayê, Sedat Demîrer di şeva 17’yê Tabaxê de bi motosîkletê ji cihê kargeha xwe çû hevalê xwe Ramazan Çakmak bigire. Sedat Demîrer ê hevalê xwe girt û dema vegeriya kargeha xwe li nêzî Bulwara Salîh Ozcan, polîsan ew şopandin û dan rawestandin. 3 polîsên bi kincên fermî ji wesayîtê hatin xwarê her 2 hevalên hev derp kirin. Her 2 kesan bi dîmenên kêliyên derpkirinê û rapora girtin, li dazger serlêdana sûc kirin.
Ramazan Çakmak, di serlêdana kir de, diyar kir ku lêdana li taxê dest pêkir, di bagaja wesayîtê û heya qada çolter dewam kir.
DETS PÊKÊ DERP KIRIN, DÛRE GEF LI WAN XWARIN
Çakmak, da zanîn ku polîsan dest pê kê dinava bajarê de û dûre li çolterekê ew derp kirin û wiha got: “Em bi sûcdariyeke ku tu eleqeya me pê re tune re rû bi rû hatin. Polîsan em bi dizîtiyê û bikaranîna tiryakê sûcdar kirin. 3 polîs bûn. Bûyer li Taxa Devteştî hat jiyîn. Min bi motora xwe hevalê xwe girt û minê bibira dikana xwe. Di wê navberê de dengê sîrenê hat. Piştî dengê sîrenê hişyariya ‘xwe bide milê rastê’ hat kirin. Em li bendê bûn ku pirsa nasnameyê ji me bikin, lê polîsên ji wesayîtê peya bûn bi copan bêyî pirs em derp kirin. Destên me paşve kelepçe kirin û li me xistin. Dûre bi wî halî em kirin bagaja wesayîtê. Di bagaj de jî heya demekê li me xistin. Piştî li nava bajêr li me xistin, em birin çiyayek kes lê tuneyî. Li wê derê gef li me xwarin.”
‘BI TIRYAKÊ GEF LI WAN XWARIN
Çakmak, da zanîn ku polîsan ji wan pirsa hûnê biçin nexweşxanê rapora darbê bigirin an na kirin û wiha got: “Min ji polîsan re got ‘Bêguman emê biçin nexweşxanê. Bi saetan hûn li me dixin.’ Di wê navberê de polîsekê din got; ‘Li pişt wesayîtê tiryak heye. Wan bixin berîka xwe. Dema ji me re gotin çima we li wan xistin, emê jî bêjin, me tiryak bi wan re girt. Ji ber vê me li wan xist.’ Li ser vê gotina polîs min got tu eleqeya me bi dizî û tiryakê ve nîne. Dûre kelepçeya me ji destên me kirin û em berdan çiyê. Em jî çûn nexweşxanê û me rapora derbê girt. Me rapora 2 rojan nikarin biçin kar girt. Emê poşdarê vê bûyerê bin. Ji bo ku tişta hat serê me, neyê serê tu kesên dikin. Me qet hêviyek wisan ji polîsan nedikir ku bikin.”