ENQERE – Danişîna doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş li 19'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê pêk hat. Heyeta dadgehê bi yek dengî biryara berdana Demîrtaş da. Lê ji ber 4 sal û 8 meh cezayê Demîrtaş heye nayê berdan.
11'emîn danişîna doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş, li 19'emîn Dadgeha Cezayê Giran a li Kampusa Girtîgeha Sîncanê pêk hat. Demirtaş û parêzerê wî amade nebûn. Heyeta dadgehê der barê Demirtaş de bi yek dengî biryara berdanê dan. Parêzerê Selahattin Demirtaş Prz. Ramazan Demir, li ser hesabê twitterê agahî parve kir û got: "Demirtaş ji doza jê hatiye girtin tê darizandin bi yek dengî hat berdan. Biryar di danişîna ku Demirtaş û parêzerê wî têde ne amade bûn dan. Lê ji ber der barê Demirtaş de 4 sal û 8 meh ceza hatiye erêkirin, Demîrtaş wê neyê tahliyekirin.
DIVÊ BI LEZ BÊ BERDAN
Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê û parêzer Meral Daniş Beştaş jî diyar kir ku ji bo cezayê hepsa yê 4 sal û 8 mehan jî wê serledan bê kirin û got: "Demîrtaş 2 sal û 10 meh in girtî ye. Li gori biryarên dadgeha bilind, 1 salek berdana bi kontrol jî di nava vî cezayî de ye. Ji ber vê yekê divê bêyî dereng bimîne Demîrtaş bê berdan.