MÊRDÎN - Hilbijêrên HDP'ê, li Mêrdînê piştî qeyûm di 19'ê tebaxê de tayînî şaredariya Mêrdînê kirin çalakiya rûniştinê di roja 15’an de berdewam dikin.
Piştî wezîrê Karen hundir Suleyman Soylu di 19'ê Tebaxê de qeyûm tayinî ser şaredariyên HDP’ê yên Wan, Mêrdîn û Amedê kir, hilbijêrên HDP’ê ku ji parlamenter, hevşaredar, rêveber û endamên meclîsa şaredariyan pêk tên 15 rojin çalakiyên rûniştinê didomin. Li Mêrdînê jî bi tevlêbûna parlamenter, hevşaredar û rêveberên HDP'ê dîsa li parka Karayollari ya Mêrdîne kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Polîsan dîsa Parka Karayollari dorpêç kirin û destûr nedan welatiyên din tev li çalakiyê bibin. Koma HDP'ê ya parlamenter û hilbijêr di navde piştî dest bi çalakiya rûniştinê kirin stran gotin û çalakiya xwe berdewam kirin.
Di çalakiyê de Parlamenterê HDP'ê Necdet İpekyuz, diyar kir ku gel di 1'ê Îlonê de bertekên xwe yên li dijî tayînkirina qeyûm anîne ziman û wiha got: “Li Tirkiye hiqûqa serbixwe û daraza serbixwe tune ye. Me berê jî got Rejîma yekperest a li Tirkiye, darbeya li dijî vîna gelê Tirkiyeyê ye. Di 19'ê Tebaxê de qeyûm tayînî ser 3 şaredariyên bajarên mezin kirin. Ev darbeya li dijî vîna gel e."
Îpekyuz, anî ziman ku ewil Tirkiye bi rejîma yek zilamî bi rêve birin û niha dixwazin bajar bi rejîma yek zilamî bi rêve bibin û qeqûm tayîn dikin. 15 rojin li Tirkiye nelirêtî û diziyên ku qeyûm kirine tên axaftin. Têkoşîna me ya demoratîk wê her dem bidome. Em natirsin. Em aştiyê diparêzin. Em li her derê demokrasî û hiqûqê diparêzin. Em bêdeng nabin û em natirsin."
Koma HDP'ê piştî çalakiya rûniştinê bi dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û “Mêrdîn ya me ye” heta avahiya HDP'ê ya Mêrdînê meşiyan."