ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê serdema derbasbûyî Selahattîn Demîrtaş û parêzerên wî, wê beşdarî danişîna doza darizandina îro ya li Kampusa Girtîgeha Sîncanê bê dîtin nabin.
11’emîn danişîna doza Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê serdama derbasbûyî Selahattîn Demîrtaş a ji ber wê girtiyê, dê îro li 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a li Kampusa Girtîgeha Sîncanê bê dîtin. Lê hat diyar kirin ku Demîrtaş wê beşdarî danişînê nebe.
Hat hînbûn ku parêzerên Demîrtaş jî, wê beşdarî danişînê nebin. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME), wê têkildarî serlêdana îtîrazê ya Demîrtaş, di 18’ê Îlona 2018’an li Strazbûrgê, danişînekê li dar bixe.
DERBARÊ DOZÊ DE
Demîrtaş bi îdîaya “Rêxistin avakirin û birêve birin”, “Propagandeya rêxistinê kirin” û “Pesenê sûc û sûcdar dayînê” tê darizandin û darbarê wî 142 sal cezayê girtîgehê tê xwestin. Doza Demîrtaş a li Amedê hat vekirin, bi hinceta ewlehiyê, sewqî 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê hat kirin.