AMED - Selîme Yapsûr, ligel ku di xwepêşandinên li dijî tayînkirina qeyûm de hat birîndar kirin jî, ev 15 rojin li qadêye. Yapsûr a di zarokatiya xwe de jî, li fîrfîrkê nexistiye, di çalakiyên li dijî qeyûman li fîrfîrkê dixe. Yapsûr da zanîn ku ew li dijî qeyûm û tecrîda li ser Ocalan beşdarî çalakiya rûniştinê dibe.
Di çarçoveya lêpirsîna Wezîrê Karê Hûndir bi rêve bir de, di 19’ê Tebaxê de, qeyûm tayînê Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin kirin û hevşaredarên bajarên mezin ji peywirê hatin girtin. Bi tayînkirina qeyûman re, welatiyên li 3 bajaran dijîn, daketin kolanan û bertekên xwe nîşan dan. Li dijî tayînkirina qeyûm ev 15 rojin li Kolana Lîsê ya pêşberî Şaredariya Barê Mezin a Amedê, çalakiya rûniştê dewam dike.
LI GEL KU BIRÎNDAR BÛ JÎ, EV 15 ROJIN DI ÇALAKIYÊ DE YE
Salîme Yapsûr a 50 salî ku ji roja dest pê kê ya tayînkirina qeyûm ve di çalakiya rûniştinê de cih digire, ligel ku di mudaxileya polîsan de ji ber ava şid a ket guhê wê heya demekê guhê wê ker bû, ev 15 rojin bi fîrfîrka kirî di destên xwe de beşdarî çalakiyê dibe.
Yapsûr, a di zarokatiya xwe de jî, li fîrfîrkê nexistiye, hem li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û hem jî li dijî tayînkirina qeyûm di çalakiyên de bi lêxistina fîrfîrkê hewl dide dengê xwe bide bihîstin.
‘EMÊ AXA XWE JI WAN RE NEHÊLIN’
Yapsûr, bal kişand ser beşdarbûna xwe ya çalakiya rûniştinê û wiha axivî: “Divê oxirê de ciwanên me jiyana xwe ji dest dan. Her roj rojev tên guhertin û em êdî nikarin di malên xwe de rûnin. Gelo ev ne zilm be çiye? Roja ewil dema me xwest em li vê derê vîna xwe biparêzin, bi TOMA’yan ava şid li me reşandin û av ket guhê min. Lê ligel mudaxileyê jî, em xwedî şaredariyên xwe derketin û ji ber vê yekê em îro li vê derê ne. Emê axa xwe nedin wan. Bi hezaran mirov û ciwanên me div ê oxirê de can dan. Emê li ser rêya wan dewam bikin. Canê me ji wanê wan ne bi nirxtire. Qet nebe bila herî kêm em jî canê xwe di vê oxirê de feda bikin.”
PIŞTÎ 50 SALAN YEKEM CARE LI FÎRFÎRKÊ DIXE
Yapsur, anî ziman ku di zarokatiya xwe jî li fîrfîrkê ne xistiye û wiha got: “Dema em zarok bûn, şerim bû ku zarokên keç li fîrfîrkê bixin. Ji ber vê min qet li fîrfîrkê nexwestiye. Piştî 50 salan yekem car min ji bo Ocalan û li dijî xespa vîna me li fîrfîrkê xist. Ger ev bûyer nehatibana jiyînê, gelo çima mine di vî temenî de li fîrfîrkê bi xista?”
Yapsur, da zanîn ku ew mafê xwe dixwazin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Yan wê darvekirinê derbixin û me hemûyan darve bikin, an jî wê mafên me bidin me. Emê mafê xwe ji wan bigirin.”
‘ŞAREDARÎ MALÊN ME BÛN Û MALÊN ME DAGIR KIRIN’
Remziye Alan a 39 salî jî, diyar kir ku di roja dest pê kê ya tayîkirina qeyûm de cihê xwe di çalakiyê şermezarkirinê de girt, di encama mudaxileya polîsan de hat derpkirin û cihên xwe yên cuda birîndar bû. Alan, diyar kir ku ji bo xwedî derketina şaredariyên xwe bir ojen bi dayikan re di berxwedanê dene û wiha got: “Şaredarî malên gelin û em ê tu carî terk nekin. Ez bang li kesên ku beşdarî çalakiya rûniştinê nabin dikim. Tu ferq dinavbera mala me û şaredariya me de tuneye. Îro mala me hatiye dagir kirin. Em vê qebûl nakin. Emê heya dawiyê xwedî li şaredariyên xwe derkevin. Ger em îro xwedî şaredariyên xwe dernekevin, emê nekarin xwedî malên xwe jî derkevin. Ez bang li gelê Amedê dikim. Em xwedî şaredarî û vîna xwe derkevin. Emê heya dawiyê li vê derê xwedî vîna xwe derkevin. Em van faşîstan li vê derê qebûl nakin. Li ger çavên me gule reşandin. Zarokên me di girtîgehan de perîşan kirin. Heya ku em saxbin, em ê têkoşîna xwe dewam bikin.”