MEXMÛR - 47 roj in dorpêç û ambargoya li ser wargeha penaberan a Mexmûrê didome. Dayîkên aştiyê yên wargeha penaberan a Mexmûrê, xwestin bi rayedarên Asayîşa Hewlêrê re hevdîtin bikin. Hêzên Asayişê dayik asteng kirin û heqaret li wan kirin.
Di 17’ê Tîrmeha 2019’an de li restoranta Hoqabaz a li Hewlêrê berpirsyarê MÎT’ê (Teşkîlata Îstîxbarata Tirk) Osman Kose hat kuştin. Piştî vê bûyerê wargeha Mexmûrê careke din bû hedefa êrîşan û 47 roj in di bin dorpêçê de ye. Îro jî Dayîkên Aştiyê xwestin wek şandeyekê serdana berpirsên asayîşa Hewlêrê bikin, lê dîsa astengiya qada kontrolê ya ku bi ser asayîşa PDK’ê ve ye dayik asteng kirin. Dayîkên Aştiyê xwestin serdana rayedarên asayîşa Hewlêrê bikin. Lê hêzên aşayişê dayîk astengkirin. Dayîkan xwestin daxwazên xwe pêşkêşê berpirsên asayîşê bikin, lê daxwazên dayîkan nehatin qebûlkirin. Piştre dayîkan xwestin bi berpirsê xala kontrolê re hevdîtinek bikin, lê dayik asteng kirin û êrîşê dayîkan kirin. Pêşmergeyên PDK’ê heqaret li dayîkan kirin û dayik asteng kirin. Piştre dayîkan li ber deriyê asayîşa PDK’ê dest bi çalakiya runiştinê kirin.
ÇALAKIYA DAYIKAN DIDOME
Hevseroka Şaredariya wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Leyla İlhan ji Ajansa ROJNEWS'ê re axivî û got; “Me xwest em duh bi waliyê Hewlêrê û Wezareta Navxweyî re hevdîtinek pêkbînin. Me li ser vê agahî da qeymeqamê Mexmûrê. Duh bi şev derdorê saet 22:00’an asayîşê ji me xwest ku em çalakiya xwe bi dawî bînin. Hinek hewldan şidetê bikarbînin û em çalakiya xwe dawî bikin. Lê me çalakiya xwe bi dawî ne anî. Carek din bi qeymeqamê Mexmûrê re têkilî hat dayîn. Ji mere gotin ku wê sibe hevdîtinek bi Wezareta Navxweyî re pêkwere û şandek ji Mexmûrê biçe wir. Lê heya niha ti agahiyek nedane me, qeymeqam jî venegeriya ye Mexmûr. Çalakiya me dewam dike.”