AGIRÎ - Qeyûmê tanînê Şaredariya Bazê de hat kirin ê berî her tiştî peykerê Ehmedê Xanî hilweşand, piraniya jêderkên şaredariyê, ji bo ewlehî, diyanet û edliyê xebitandiye. Li gorî rapora şaredariyê amade kirî, 2 mîlyon TL hatiye xerckirin.
Deket holê ku qeymûnê tayînê şaredariya navçeya Bazît a Agiriyê hatibû kirin û bi hilweşandina peykerê Ehmetê Xanê ket rojevê, beşek mezin a jêderkên şaredariyê di serî de ji bo ewlehî, edliye û diyanetê û gelek saziyên din xebitandiye. Hevşaredarên HDP’ê yên di 31’ê Adarê de, ji bo şaredariyê hatin hilbijartin di rapora piştî lêpirsîn û lêkolînên kirin amadekirin de, hemû nelirêtiyên qeyûm derketin holê.
4 ÎHALE JÎ JI BO SAZIYÊN DIN
Derket holê ku qeyûm 4 îhaleyên di dawiya 2018’an û berî hilbijartina 31’ê Adarê derxistin, ji bo pêdiviyên hin saziyan pêşwazî bike, derxistiye.
Şaredariyê di vê serdemê de, ji bo pergala kamera û ewlekariya avahiya Edliya Bazîdê 56 hezar û 578 hezar TL, ji bo karê veguhestina gaza xwezayî ya avahiya Qeymeqamtiyê 124 hezar TL, ji bo kirîna malzemeyên Midûriyeta Polîsan 113 hezar TL û ji bo karê veguhestina Weqfa Alîkarî û Piştevahiya Civakî jî 110 hezar TL xerc kiriye. Qeyûm dîsan ji bo kirîna mobîlyayên Avahiya Piştgiriya Malbatê ya Qeymeqamtiyê 93 hezar tel ji budçeya şaredariyê daye.
JI BO KLÎMAYA EDLIYÊ Û VENÊRTINA WÊ
Qeyûm tenê ev pere xerc nekirin, di heman demê ji bo hin saziyên din jî ji budçeya şaredariyê pere xerc kiriye. Qeyûm ji bo hin sazî, komele û weqfên cuda jî, raste rast nêzî sed hezar TL pere xerc kiriye. Qeyûm ji bo kêmasiyên di nava avahiyên Serdozgeriya Komarê ya Bazîdê û edliyê temam bike jî, din ava 2 salan de 136 hezar TL pere xerc kiriye. Dinava van xerckirinan de jî, restoreya mizgefta di avahiya edliyê hatiye çêkirin, kalorîfer girê dane, deriyên li ber avajiyê çêkirine û klîma kirine. Qeyûm dîsa dinava 2 salan de ji bo Weqfa Diyanet û Miftîtiya Navçeya pirtûk kirine û ji bo xizmeta restore kirina avahiyê 241 hezar TL ji budçeya şaredariyê xerc kiriye. Qeyûm ji bo Weqfa Alîkarî û Piştevaniya Civakî (SYDV) û projeya Navenda Alîkariy a Malbatê (ADEM) bi 470 hezar TL malzeme kirine.
SERERAST KIRINA KOZIK Û QULÛBEYÊN MAŞINEYÊN ZIRXÎ
Li gorî rapora şaredariyê; qeyûm ji bo qulûbeyên maşiyên zirxî beton kiriye û kozik sererast kirine. Dîsa ji bo restore kirina avahiyên ewlekariyê biha 300 hezar TL malzeme kiriye. Qeyûm di sala 2018’an de wesayîta marka wê Pîck-Up Navara 4+4- bi 125 hezar TL’an ji Miduriyeta Polîsan re kiriye. Ekrana LED a li navenda bajarê hatiye bi cih kirin ku bihayê wê bi 163 hezar TL’an, qeyûm dewrî Qeymeqamtiyê kiriye. Radya Dogubayazit a di binya şaredariyê de di xebite jî dewrî Qeymeqamtiyê hatiye kirin. Parka Recep Tayyîp Erdogan a bi 400 hezar TL bi pereyên şaredariyê hat çêkirin jî, dewrî Yeketiya Xizmet Birina Gundan hatiye kirin. Qeyûmê ji bo çêkirina Parka Weqfa Diyanetê jî 80 TL pere xerc kiriye û
XERCKIRINEK 2 MÎLYON TL
Qeymû ji budçeya şaredariyê ji bo sazî û dezgehên cuda, bêyî ku KDV bide, 2 mîlyon TL, pere xerc kiriye û ev di raporê de cih digire.