* Qeyûmê tanînê Şaredariya Bazê de hat kirin ê berî her tiştî peykerê Ehmedê Xanî hilweşand, piraniya jêderkên şaredariyê, ji bo ewlehî, diyanet û edliyê xebitandiye. Li gorî rapora şaredariyê amade kirî, 2 mîlyon TL hatiye xerckirin.
* Li herêma Çiyayê Cudî û Bestayê bê navber operasyonên eskerî tên li darxistin. Welatiyên herêmê diyar kirin ku dîsa tîmên taybet wekî tîmên "Hançer" û "Bayrak" ên di salên 1990'an de cilên HPG'iyan li xwe digirin û li herêmê digeriyan ketine nava liv û tevgere.
* Danişîna Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş a ji ber wê girtiyê wê li 19'emîn Dadgeha Cezayê Giran a li Kampusa Girtîgeha Sîncanê bê dîtin. (10.00)
* Çalakiyên Nobeta Av û Wîcdan a li dijî Şîrketa li Çiyayê Kazê li Zêr digere di roja 39'emîn de berdewam bike. (12.00)
*Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, di çarçoveyê xebatên "Destûra Bingahîn a Demokratîk", "Paketa Darazê" û "Tifaqa Demokratîk" de, wê Şaxên THÎV, ÎHD û DÎSK'ê yên Stenbolê ziyaret bike. (14.00-16.30)
* Çalakiyên şermezarkirina tayînkirina qeyûmên Şaredariyên Bajarêm Mezin ê Amed, Mêrdîn û Wanê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) wê dewam bikin.
* Baroya Amedê, di çarçoveya bernameya vekirina sala nû ya edlî de, wê li ber Edliya Amedê daxuyanî bide çapemeniyê û di saetên êvarî de jî li Lokala Cemiyeta Rojnamegerên Guneydogû resepsiyona vekirinê li dar bixe. (12.00-19.00)