MÊRDÎN - Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê konsera piştevaniyê li dar xist. Konser rastî eleqeyek mezin hat.
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Mêrsînê, bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê, konsera piştevaniyê li dar xist. Hunermend Roja û Cevdet Bagca derketin ser dikê. Nûnerên HDP'ê, CHP'ê, Partiya Kedê (EMEP), Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP), gelek rêxistinên civaka sivîl û bi sedan welatî beşdarî konserê bûn.
Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Mêrsînê Hakki Demîr axaftina vekirinê ya konserê kir. Demîr bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li welat tên jiyîn û wiha got: "Divê pêvajoya şer û pevçûnê demildest bi dawî bibe. Em dixwazin pêvajoya şer, veguhere pêvajoya aştî û diyalogê."
Piştî axaftinê hunermend Rojda û Cevdet Bagca derketin ser dikê û konserê dest pê kir. Welatiyan li ber stranan guvend gerandin û li çepikan xistin. Konsera ku rastî eleqeyek mezin hat, piştî hunermendan stranên xwe gotin bi dawî bû.