DERSÎM – Hêza Ked û Demokrasiyê ya Dersimê bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê meşek li dar xist. Bi sedan kes tev li meşê bûn û aştî xwestin.
Li Dersimê Hêza Ked û Demokrasiyê ya Dersimê, bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi tevlêbûna sedan kesan meşek li dar xist. Bi sedan kes li Kolana Hunerê kom bûn û heta Qada Seyit Rıza meşiyan. Di meşê de jinan pêşengî kir û laçikên spî yên sembola aştiyê avêtin dora stuyên xwe û meşiyan. Di meşê de nûnerên partiyên siyasî, parlamenterê HDP'ê, rêxistinên civakî û gelek kes amede bûn. Girsê di meşê de pankarta “Ji şer re na, ji bo herêmê û welat aştî û demokrasî" vekirin Peşva “Aştî" bi Kurdî, Tirkî, Îngîlîzi û Yûnanî nivîsîn. Girse di meşê de bê navber dirûşmeyen “Ji şer re na, aştî hema niha", “Bijî aştî", "Wê qeyûm biçin gel wê bê." berz kirin. Li qada Seyit Rıza ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin. Li ser navê Hêza Ked û Demokrasiyê Ergin Tekin daxuyanî dta. Tekîn, bal kişand ser dirok û wateya 1'ê Îlonê û diyar kir ku qeyûm perçeyekî şer û berdewama şer in. Tekîn xwest ji bo aştî pêş bikev dive şer û operasyon bi dawî bibin û xwest rêya diyalogê pêş bikeve.
DI SERDEMA AKP'ê de 15 HEZAR JIN HATIN KUŞTIN
Tekîn, anî ziman ku di serdema AKP’ê de 15 hezar jin hatin kuştin û wiha bi dawî kir: "Hêjmara jinên di serdema AKP'ê de hatine kuştin ji hêjmara kesên di şer de jiyana xwe ji dest didin zêdetir e. Sedema vê yekê polîtîkayên hikûmetê ye."
Çalakî bi stranên Yılmaz Çelik bi dawî bû.