NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de, li gelek bajaran çalakî û mîtîngên mezin hatin lidarxistin. Di daxuyaniyên hatin dayîn de, şer hat redkirin û daxwaza aştiyê hat kirin.
Di çarçoveya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de, li gelek bajaran daxuyanî, şahî, çalakî û mîtîngên mezin hatin lidarxistin. Di daxuyanî û axaftinên hatin kirin ku, behsa zirar û bandora neyînê ya şar hat kirin û daxwaza aştiyek mayîn de hat kirin. Di çalakî û mîtingan de dirûşme hatin berzkirin, pankart hatin vekirin, jinan kicên spî li xwe kirin, gevûk û nepûxên spî hatin firadan, guvend hatin geran û stran hatin gotin.
Bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê li Riha, Mûş, Meletî, Mersîn û Edene daxuyanî hatin dayîn, li Entalya meşek pêk hat û Colemêrgê jî bi tevlîbûnek girseyî şahî hat lidarxistin.
Di daxunî û çalakiyên hatin lidarxistin de, qeyûm hat şermezar kirin û daxwaza aştiyek birûmet hat kirin. Di vê çarçoveyê de soza mezinkirin têkoşînê hat dayîn.