ENQERE - Bi hezaran kes bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li qada Tandoganê kom bûn û diyar kirin ku qeyûm darbeya li dijî vîna gel e û gotin: "Aştî wê bi yê li ber xwe didin bi ser bikeve."
Hêzên Ked û Demokrasiyê li i Enqeryê, bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li qada Tandogan kom bûn. Bi hezaran kes amade bûn. Hêzên ked û demokrasiyê bi dirûşma "Li derve û li hindir ji şer re na" mîtîng li dar xist. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) gelek nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl tevli bûn. Di mîtîngê de ji platforma Jinan a Enqereyê di serî de Buse Uçer axivî û ev tişt got: "Em ji bo daxwaza aştiyê biqîrin li qadan e.Em jinên koçber ku ji ber şer reviyane û li kolanan têkoşîna jiyanê didin e. Em jinên ku ji ber ji xeta jina meqbûl derketine bi bi cudakariyê re rûbirû mane û ber bi întîharê ve hatine dafdan ên lezbiyen, trans û bîseksuel in, Em jinên ku rastî her cureyên tundiya nijadperest tên û li pergala hevserokatiye xwedî derdikevin in û em jinên xweza parêz in."
Piştî axaftinan li ser navê Hêza Ked û Demokrasiyê Nûnerê DÎSK'ê yê ENqereyê Tayfun Gorgun daxuyanî xwend. Gorgun, diyar kir ku îro dîsa ji bo aştî û demokrasiyê kom bûne û wiha got: "Şer ewil li zarok û jinan dixe. Alan Kurdî sembola vê êşê ye. Divê li Rojhilata Navîn aştiyek mayinde bê avakirin.
Mîtîng bi Kolektifa Muzikê ya Enqereyê bi dawî bû.