Leyla Guven: Ocalan ji bo aştiyê aktorê girîng e

img
WAN - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, di mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de bal kişand ser rola Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a aştiyê û wiha got: "Ocalan ji bo aştiyê aktorekî pir girîng e. Em bang li gelê xwe dikin ku bi Ruhê Kobanê li ber xwe bidin. Di serî de em bang li Mesut Barzanî û hemû siyasetmedarên Kurd dikin ku di bin baneyê yekîtiya neteweya Kurd de bibin yek. 
 
Mîtînga 1'ê Îlone Roja Aştiyê ya Cîhanê ku li Wanê bi tevlêbûna deh hezaran pêk hat bi dawî bû. Di mîtîngê de Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk axaftin kirin. 
 
Ewil Hevserokê Giştî yê KEKS'ê Bozgeyîk, derket ser dikê û got: "Ji bo hemû gel di nava hevde bi awayekî aram û demokratîk bi hevre bişîn emê tekoşîna aştiyê berdewam bikin. AKP’ê darbeya sivîl pêk anî. Siyasetmedar avêtin girtîgehê. Karker ji kar avêtin. Rojnameger girtin. Kesên li dijî polîtîkayên faşizan derketin binçavkirin û girtin. Êdî hukmê Make Qanûnê tune ye. Di sala 2016'an de qeyûm tayînî vîna gel kirîn û vîna gel avêtin girtîgehan.Qeyûm ên hatin li Amed, Mêrdîn û Wanê fistiq û şêranî xwarin di 19'ê tebaxê de bi darbeyê dîsa li şûna hevşaredaran rûniştin. Em wekî KESK'ê carek din bang dikin ku peywira Hevşaredarên ji kar avêtine dîsa li wan vegerîne û qeyûman paşve bikişînin. Em Tirk, Elewî, Ermenî û nasnameyên din ger ku li Amed, Wan û Mêrdînê xwedî dernekevin, em nikarin li Enqereyê jî xwedî derkevin." 
 
Piştre Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, dema derket ser dikê bi dirûşm û çepikan hat pêşwazîkirin. Girsê bê navber dirûşma “Leyla Guven rûmeta me ye" berz kir. Guven, ewil kesên li girtîgehê jiyana xwe ji dest dan yek bi yek silav kir. Guven, anî ziman ku li gel îro 1'ê Îlone Roja Aştiyê ya Cîhanê ye jî li gelek welatên cîhanê şer didome û wiha got: "Hêj mirov têne kuştin. Divê êdî aştî û biratî li ser vê axê pêş bikeve. Em ê bi têkoşînê aştiyê bînin ser vê axê." 
 
'KURAN LI DIJÎ DEHAQAN SERÎ NETEWAND' 
 
Guven, anî ziman ku di 19'ê Tebaxê de darve li vîna gel xistin û wiha berdewam kir: “Navê vê yekê darbe ye. Di sala 2016'an de qeyûm tayînî şaredariyên Kurdan kirin. Hevşaredarên Kurdan girtin. Gotin êdi gel dengê xwe nade HDP'ê. Di 31'ê Adarê de gel dîsa dengê xwe da û qeyûm paşve şandin. Ji ber ku ev yek pir bi zora wan çû dîsa qeyûm tayîn kirin. Gelê Kurd li dijî Dehaq, Sedaman serî netewand, niha jî serî natewîne. Ev qeyûm dijminê jinan û Hevserokatiyê ye. Gelê me wê pergala Hevserokatiyê bide qebûlkirin."  
 
Guven, bal kişand ser helwesta CHP'ê û muxalifên din û wiha got: "Ev erênî ye. Lê têr nake. Divê li her derê em bêtir dengê xwe bilind bikin. Em ê li her derê ji qeyûm re bêjin na. Ger ku em van qeyûman neşînin, wê sibê qeyûm tayînî hemû şaredariyan bikin. Piştî hêzên muxalif hatin cem hev Stenbol, Îzmir, Edene, Mêrsîn, Enqere qezenç kirin. Ji ber vê yekê AKP û MHP naxwaze hêzên muxalif bên cem hev. Divê em bi ruhê Kobanê têbikoşin. Îktîdar ji bo hebûna xwe mîsoger bike êrîşî Kurdan dike. Divê em bi Ruhê Kobanê li dijî îktîdarê têbikoşin. " 
 
'DÎROK PIR ŞAŞ HATIYE NIVÎSÎN' 
 
Guven, da zanîn ku Ocalan diyar kiriye ku dîrok heta niha şaş hatiye nivîsîn û wiha lê zêde kir: "Brêz Ocalan dibêje 'Dîrok şaş hatiye nivîsandin û şaş agahdar dike' Şerê Melezgîrtê mînaka herî baş a vê yekê ye. Serkeftina Melezgîrtê aydî Kurdan e. Ji ber vê yekê Ocalan bang li dîroknasan dike. 100 sal berê Kurd kirin çar perçe. Gelê Kurd di nava 4 dewletan de perçe kirin û asîmîle kirin. Me tu carî ev sînor nas nekirin. Me di Komani de sînor ji holê rakirin. Em disa bi hurê Kobanê têbikoşin. 
 
JI BO YEKÎTIYA NETEWEYA KURD BANG LI BARZANÎ KIR 
 
Guven, da zanîn ku AKP tu carî destkeftiyên Rojava û Bakur qebûl nake û bang li Mesut Berzanî û hemû siyasetmedarên Kurd kir ku di bin baneyê Yekitiya Neteweya Kurd de bên cem hev."  
 
‘OCALAN JI BO ÇARESERIYÊ AKTÊREKÎ PIR GIRÎNG E
 
Guven, bal kişand ser rola Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha lê zêde kir: "Herî zêde zindanan dengê min bihîst. 2 wekilên Wanê tev li vê karwanê bûn. Di vê rêwîtiyê de 9 hevalên me jiyana xwe ji dest dan. Ez wan bi hurmetî bibîr tînim. Heyeta hat hevdîtina min got 'We şaş kir kes dengê we nabihize. Lê wisa nebû. Dayikên Aştiyê qat terk nekirin. Dest li dayikan rakirin û bi copan li dayikan dan. Lê dayikan dîsa qat bernedan. Herî dawî piştî 8 salan qedeyeya li ser parêzeran a ji bo ziyareta Îmraliyê rabû. Birêz Ocalan di hevdîtina ewil de got 'Divê em nemirin divê em bijîn û bidin jiyandin. Got 'Di vi şerî de ji bo ciwanên dimirin ez pir diqeherim. Piştre deklarasyona ji 7 xalan pêk dihat weşand. Lê hikûmet bi israr naxwazin vê yekê bibînin û nakin rojev. Ocalan dîsa di hevdîtina dawî de got 'Ez ji aştî û çareseriyê re amade me. Got ger ku ew gavan bavêje ez dikarim di hefteyekî de çareser bikim. Gelê Kurd qîmetê dide gotina Ocalan. Birêz Ocalan di vê mijarê de Aktorekî pir girîng e. 
 
BUYERA SERÊKANIYÊ BIBÎR XIST
 
Leyla diyar kir ku di pêvajoya çareseriyê de li Serêkaniyê 2 polîs hatine kuştin û bi hevdîtina ku bi Walîtiya Rihayê hatiye kirin de jê re hatiye gotin ku "Bûyere edlî ye" û wiha domand:"Hevdîtina ku me bi walî re kiriye hemû di bin qeydê de ye. Di arşîvan de hemû tişt mevcût e. Bila qeydên deng derxin û pêşkeşî raya giştî bike."
 
'EV DER KURDISTAN E' 
 
Leylayê diyar kir ku dê di çarçoveya demokratîkbûnê de dê çalakî bidomin û wiha got:"Heta niha OHAL li me tê ferzkirin. Berê jî dema ez hatibûm Wanê û ez axivîbûm niha hemû wekî fezlekeyan li min vegerandine. Ji ber ku min gotiye Kurdistan ji min re fezleke amade kirine. Em ê gotina Kurdistanê bidomînin. Vir Kurdistan e. Em Kurd in û navê vir jî Kurdistan e. Di 15'ê Tîrmehê de Serokkomarê vî welatî gel vexwend derve. Em ê li dijî van qeyûman bêdeng bimînin qey? Bila kes vê yekê ji me hêvî neke. Em ê her roj li derve li çalakiyan bin. TOMA'yên xwe vekişînin û me û gel bi hev re bi tenê bihêlin. Kurd natirsin û ew ê tu carî netirsin." 
 
Leyla Guven wiha dawî li axaftina xwe anî:"Hevserokatî ji bo me xeta mor e. Jinên Kurd her destkeftiyên ku li Rojava û li her aliyê cîhanê bi dest xistiye dikare biparêze. Em ê bi ser bikevin û ew ê dawiya wê muhteşem be."
 
Piştî axaftina Leyla Guven mîting bi konsera Mîkail Aslan bi dawî bû.
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

04/09/2019
11:28 Di medya civakî de kampanya: #CenazeyêMucahîdBidin
11:26 Rojnameger Levent: Tirkiye li Sûriyeyê tengav bûye
10:54 Li Mêrdînê teqîn: Eskerek jiyana xwe ji dest da
10:46 Qeyûm maşîna ku ji bo Erdogan bi 375 TL kirê kir, ji bo Soylu bi hezar û 100 tl kirê kir
10:44 Partiya Sosyalîst a Awropa banga berdana Demîrtaş kir
10:29 Ji girtîgehê name ji rojnamegeran re şandin qedexe ye!
10:28 'Qirêjiya Çemê Mûnzûrê dê rê li ber felaketên mezin veke’
09:57 Cezayê pere dan Hevserok Tural a ket avahiya HDP’ê ya Edenê û derket
09:29 'Heke hewldana Kurdan bê bersîv bê hiştin dê Tirkiye têkeve tariyê'
09:28 Mizrakli: Ji Kanadayê heta Japonyayê li dijî qeyûman îtiraz heye
09:27 DMME: Beyana 'Ocalan vîna min a siyasî ye' di çarçoveya azadiya fikr û ramanê de ye
09:26 Dêra Germûşê hindik maye hilweşe
09:26 Îsal wê Rihayî bi fiyetek biha îsotan bixwin
09:24 Serokê Baroya Amedê Aydin: Heta pênaseya TMK'ê neguhere wê bêhiqûqî hebe
09:23 Navendên çandê yên li Esenyûrtê amadekiriyên serdema nû dikin
09:22 Esnafên Geverê: Xelasiya ji krîza aborî bi aştiyê pêkan e
09:21 Lîstika Mem û Zînê carek din derdikeve ser dikê
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2019'AN
03/09/2019
17:54 Temellî: Mekanîka 12'ê Îlonê ji nûve di meriyetê de ye
15:55 KESK: Rastiya enflasyonê bi raporên TUÎK'ê vedişêrin
15:47 Welatiyan şewata li Pasûrê vemirand
15:46 Soylû gef li Îmamoglû xwar: Em ê te perîşan bikin
15:45 Cumhuriyetê Rojnameger Mahmût Oral ji kar derxist
15:31 Hevşaredara Lice ya berê Rezan Zugurlu Ataş hat berdan
15:26 Çalakiya Rûniştinê ya Amedê: Roj roja berxwedana li dijî zilmê ye
15:14 Doza rojnamegerên ETHA taloq kirin
15:04 Ji DÎSK, KESK, TMMOB, TTB'ê bang: Ji bo edaletê bernameya têkoşînê amade bikin
15:00 'Heta qeyûm bên qewirandin em ê têbikoşin’
14:58 Li Mêrdînê 3 kes hatin binçavkirin
14:34 ‘Em ê ji darbekar û cuntavanan re nehêlin’
14:29 Nobeta li Çiyayên Kazê 40 rojin dewam dike
14:05 Komên çekdar li Efrînê 20 sivîl revandin
13:35 Dozgeriyê biryara berdana Demirtaş îtîraz kir
13:34 Jinan dest bi kampanyaya ‘Sîlopiyek paqij’ kirin
13:33 550 hezar TL mesrefa xwarina Erdogan qeyûm daye
13:26 Endama Dîwana KCD'ê Guzel binçav kirin
13:09 Wesayîta zirxî li otomobîlekê qelibî
12:33 Dayîkên Aştiyê yên Mexmûrî li dijî dorpêçê 3 roj in di çalakiyê de ne
12:08 Ji Şaredariya Sêrtê sepana Jinkart
11:58 Çalakiya rûniştinê di roja 16’an de ye: Bi berxwedanê em ê qezenc bikin
11:39 Rûhanî: Bersiva me ya muzakereyên bi Amerîkayê re dê hertim neyînî be
11:29 Turk, Mizrakli û Ozgokçe ji şaredariyên Ewropa re name şandin
11:26 Ji Weşanên Aryen 4 pirtûkên nû derketin
11:16 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:41 Hevserokê HDP'a Îzmirê: Erdogan demokrasiyê tehamul nake
10:40 Şewata li çolterên Pasûrê rû da, belav dibe
10:39 Kordînasyona Heskîfê: 100 hezar mirov dê neçar bimînin koç bikin
10:14 Notirvanekî taxê li Êlihê hat kuştin
10:09 Li Midûriyeta polisan îşkence, tacîza bi cop û gefa tecawîzê
10:08 Piştî 'Bajarê kurdan' 'Kurdistan' jî hat redkirin
09:38 Wêneyên Newrozê yên rojnameger kirin sûc
09:28 Gurkan: Em ê li her qadê qeyûm teşhîr bikin
09:05 ‘Li dijî polîtîkayên çewsandinê têkoşîna hevpar a gelan divê'
09:05 Dixwazin sûdê ji xizmeta tenduristiyê bigirin
09:04 Îsot xweş e lê belê...
09:03 Bi 100 hezar kurmîkî dest pê kir...
09:03 Esnafên Hala Kevn: Ev lêlê ye hîn lolo maye
09:02 Pirsgirêkên li Girtîgeha Kurkçulerê zêdetir dibin
09:01 Fîncanci: Berpirsiyarê şideta li kolanan vîna siyasî ye
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2019'AN
02/09/2019
20:03 Li Paytextê Tirkiyeyê hevjîna xwe kuşt
17:12 Turk û Mizrakli ji bo tayînkirina qeyûm betal bibe serî li dadgehê da
17:10 Li Rihayê 2 kesên ku polîsan ew derp kirin serlêdana sûc kirin
16:45 Heyeta dadgehê bi yek dengî biryara bardana Demîrtaş da
16:41 Nobeta li Çiyayên Kazê di roja 39’emîn de: Hawirparêzan serlêdana sûc kirin
16:28 Dozger bi malbatê re axivî û cezayê malê da Akar
16:14 Guven: Pêdiviya Rojhilata Navîn bi manîfestoya Ocalan heye
16:13 Temellî: Divê Tirkiye kabûsê hişyar bibe
Fîncanci: Pêdivî bi destûrek bingehîn a nû heye
15:47 Serokê Baroya Amedê Aydin: Darazê serxwebûn û bêaliya xwe winda kiriye
15:37 Li Wanê Şermezarkirin: Heya ku em vîna gel derbixin holê em ê têbikoşin
14:53 Gurkan: Ji bo têkoşîna hevpar em li virin
14:35 Girtina pîra 70 salî Raife Înatçi ji wezeri Gul pirsîn
13:41 Çalakiya rûniştinê ya li Mêrdinê di roja 15’an de didome
13:38 Baroya Enqerê şermezar kir: Em li dijî hemû pêkutiyan e
13:21 Temellî: Em li dijî bêhiqûqiyê dengê xwe bilind bikin
13:10 Serokwezîrê Gurcistanê Mamuka Bakhtadze îstîfa kir
12:51 Jinên Wanî: Qeyûm wê herin, emê bimînin
12:43 Li Amedê çalakiya rûniştinê di roja 15’an de didome
12:19 Kubîlay ê HDP'î: Di rewşa Awarte de betlana meclîsê nayê qebûlkirin
12:08 Wesayîta ku karkerên çandiniyê lê siwar bû qulipî: 17 karker birîndar bûn
11:53 ÎRA: Di Tebaxê de 15 rojnameger hatin binçavkirin
11:43 Ji bo dîmenan got ‘montaj’ e
11:42 Demîrtaş û parêzerên xwe wê beşdarî danişînê nebin
11:26 Piştî 50 salan yekem care li dijî qeyûm li fîrfîrkê dixe!
11:10 Cendirmeyan Welatiyên li dijî JES'ê li ber xwe didin dorpêç kirin
10:11 Ji ber ku deriyên bendavê girtin Cizîr bê av ma!
10:02 Mexmûr 47 roj in di dorpêçe de ye: Dayikan dest bi çalakiyê kir
09:35 Bav û du zarokên xwe bi lêdanê hatin binçavkirin
09:02 Gelo li Şirnexê kontrgerilla ji nûve di tevgerê de ye?
09:02 Li Xerpetê du wesayît li hev qelibin: 5 kes birîndar bûn
09:01 Qeyûm ji bo ewlehî, diyanet û edliyê xebitiye
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÎLONA 2019'AN
01/09/2019
21:02 ÎHD'ê konsera piştevaniyê li dar xist
20:13 Bi sedan ciwan piştî mîtîngê meşiyan
20:09 Li Dersimê meşa aştiyê
20:06 Li her derê 1’ê Îlonê: Pêdiviya Tirkiyeyê bi aştiyê heye
20:01 Bi hezaran li Tandoganê kom bûn: Qeyûm wê biçin emê bimînin
19:39 Ahmet Turk: Me serî tewandibûya emê 46 salan ne di nava siyasetê de bûna
19:29 Mîtînga Amedê: Em ê qeyûman bişînin û bi ser bikevin
19:10 Leyla Guven: Ocalan ji bo aştiyê aktorê girîng e