AMED - Bi hezaran kesên beşdarî mîtînga 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê ya ku li Qada Îstasyonê ji aliyê HDP’ê ve hat lidarxistin bûn, daxwazên xwe yên aştiyê diqîrîn û bertekên xwe yên li dijî tayînkirina qeyûman nîşan didin.
Mîtînga 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê ya ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û hêzên civaka demokratîk ve bi şîara “Ji bo aştiyek birûmet, çareseriya demokratîk” li Qada Îstasyonê ya Amedê arganîze kirin, dest pê kir. Pankarên, “Em bêdeng nabin, em natirsin, îtaet nakin û di berxwedanê de, “Jiyan jiyane, jiyanê nekuje”, “Emê bi hevre qezenc bikin, emê bi hevre biparêzin”, “Li dijî şer û faşîzmê em aştî û demokrasiyê dixwazin” bi qada mîtîngê ve hatin kirin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglû, Hevserokê KCD’ê Berdabn Ozturk, Alîkara Hevserokê Giştî yê ESP’ê Beycan Taşkiran, wekîlên HDP’ê, nûnerên partiyên Kurd, Aktîvîstên TJA, Meclîsa Dayikên Aştiyê, dayikên çalik spî, rêxistinên jinan û gelek nûnerên rêxistinê civaka sivîl beşdarî mîtîngê bûn.
JIN BI CILÊN XWE YÊN HERÊMÎ MEŞIYAN
Platforma Jinên Amed Dîcle (DAKAP), Meclîsa Jinan a HDP’ê, Meclîsa Jinên Ciwan, Hevşaredarên HDP’î, Meclîsa Dayikên Aştiyê û Dayikên Laçik Spî bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) pankarta “Ji bo aştiya birûmet, tu jî rabe ser piyan” virin û ji Ofîsê heya qada mîtîngê bi berzkirina dirûşmeyên “Jin jiyana azadî” û “Hevserokatî xeta me ya more” meşiyan. Jinên ku kincên herêmê li xwe kiribûn û flamayên spî girê dabûn, bi berzkirina tilîlîyan ketin qada mîtîngê. Jin li qada mîtîngê bi lêxistina çepikan hatin pêşwazî kirin.
DESTÛR NEDAN KUMÊ ‘JI ŞER RE NA’
Welatiyên ketina qada mîtingê bi dirûşmeyên berz kirin, bertekên xwe nîşanî tayînkirina qeyûman dan. Di ketina qadê de, polîsan destûr nedan kumên “ji şer re na.”
KAYYUMLARA TEPKİLER YAĞDI
Rêveber û endamên KESK, DÎSK, TMMOB û TTB’ê bi pankarta “Em ê cîhana yekgirtî bi ked û têkoşînê avabikin” bi komî ketin qada mîtîngê. Li qada mîtingê bertekên mezin ji bo tayînkirina qeyûman hebû û tim dirûşmeya “Qeyûm wê biçin, gelê wê were” hat berz kirin.
‘AŞTIYA MAYÎN DE WÊ PÊK WERE’
Mîtîngê bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn dest pê kir. Li ser navê Komîteya Amadekar Saît Demîr axivî û wiha got: “Em hêvî dikin ku 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê bibe wesîleya aştî, azad û hizûrê. Ev 40 salin şer berdewam dike. Di vî şerê de mirovan jiyana xwe ji dest dan û koçber bûn. Lê tu encam ji vî şerî nehat girtin. Divê êdî aştiyek mayîn de bê avakirin.”
TAŞKIRAN: EM TÊKÇÛYÎNA WAN TEMAŞE DIKIN
Piştî axaftina Demîr Hevserokên HDP’ê yên Amedê Hulya Alokmen Ûyanik û Zeyyat Ceylan gel silava kirin. Dûre Alîkarê Hevserokê Giştî yê ESP’ê Beycan Taşkirina xîtabî gel kir û wiha got: “Kesên behsa têkbirina gelê Kurd dikirin, em îro têkçûyîna wan temaşe dikin. Ji ber vê em berxwedana we silav dikin. Em di 1’ê Îlonê de hemû şehîdên di oxira azadiya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dayîn, bi rêzdarî silav dikin. Emê Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş, Sebahat Tuncel nedin ji bîr kirin. Îro roj roja îdealên me yên azadî, aştî û wekheviyê ye. Ev roj pîroz be.”
Mîtîng bi axaftin û stranan dewam dike.