Helwesta Mîtînga 1'ê Îlonê ya Stenbolê: Qeyûm erîşa vîna me hemûyan e

img

STENBOL - Mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ya Stenbol bi tevlêbûna deh hezaran didome. Girsê di mîtîngê de hêrsa xwe ya li dijî qeyûman anîn ziman. Di daxuyaniya hevpar a mîtîngê de gotin: “Qeyûm tenê tayînî vîna gelê Amed, Mêrdîn û Wanê nehatiye kirin. Qeyûm êrîşî vîna hemû gelan e." 

Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê li Qada Kartalê mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li dar xist. Mitîngê bi beşdariya deh hezaran dest pê kir. Bi dirûşmên “Li dijî qeyûman vîna gel” û “Li dijî şer aştî” mîtîng li dar xistin. Bi dirûşman bal kişandin ser tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê. Parlamenterên HDP’ê û CHP’ê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl jî di mitîngê de cihê xwe digirin. Polîsan di têketinê qadê de bendên xwe danîn û li du deriyên dikevin qadê lêgerîn kirin. Hin welatî di saetên serê sibê de çûn qada mitîngê. Bi deh hezaran welatî li ber Navenda Çandê ya Hasan Alî Yucel kom bûn û bi meşê çûn qada mitîngê. Pankartên “Em jî ji aştiyê re amade ne”, “Em ê destûr nedin desteserkirina pergala hevserokatiyê”, “Em ê bi hev re aştî û demokrasiyê biparêz in”, “Li dijî şer aştî, li dijî qeyûm piştgirtina civakî” di meşê de hatin hildan. Girseyê bênavber dirûşmên “Ji Stenbolê heta Mêrdînê li dijî qeyûm mil bide milê hev”, “Gelê Amedê ne bi tenê ye”, “Ji qeyûm re na” û “Maf, hiqûq û edalet” berz kir. Her sazî bi pankart û daxwazên xwe di meşê de cih girtin. Di meş û qada mitîngê de dîmenên rengîn derketin holê. Kêliyek jî li dijî qeyûman dirûşm bêdeng nebûn. Dowîzên li dijî talankirina Heskîf, Çiyayê Kaz, li dijî qeyûman û li dijî kuştina jinan hildan.  Di meşê de korteja dayikên laçik spî ku bûne sembola aştiyê û jinan balê kişand ser xwe. Beriya meş dest pê bike jinan pêşmalkên rengên wan xumrî yên nivîsa “Niha dema azadiyê ye”  li xwe kirin û govend gerandin. 
 
Piştî meşê bi hezaran kes derbasî qadê bû û li gel stranan govend gerand. Piştî demekê ku welatiyan govend gerand, mitîngê bi rêzgirtinê dest pê kir. 
 
Komîteya Amadekar a 1'ê Îlonê derket ser dikê û gel slav kir. Li ser navê Komîteya Amedekar Atilla Ozdogan got: "Ji şer re butçeyek pir mezin vediqetinin. Em Kurd, Laz, Tirk û hemû bindestên li Tirkiye dê bibin yek û li dijî şer têbikoşin. Em ê ji rejîma Qesrê re bêjin na." 
 
TURK: EMÊ LI DIJÎ ŞER AZADIYÊ BI RÊXISTIN BIKIN'
 
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin jî peyam şand. Peyama turk Endama Meclîsa Jinan a HDP'a Stenbolê Aysun Çeper xwend. Turk di peyama xwe de got: "Min pir dixwest tev li vê mîtînga Kartalê bibim. Lê ji ber gelek doz li min hatine vekirin û ji ber îmzeyan nikarim bêm. Em baş dizanin ku wê aştî, edalet, wekhevî û azadî bê. Vîn û biryara gel a ku li dijî qeyûman li nirxên xwe xwedî derdikevin wê azadiyê bîne. Emê hem li welatê xwe û hem jî li herêma xwe li dijî şer aştiyê bi rêxistin bikin. Bi vê baweriyê ez 1'ê ÎLonê Roja Aştiê ya Cîhanê li we pîroz dikim." 
 
Piştre Hunermendên Koma Golge  derketin ser dikê û stran gotin. Li qada mîtîngê Seroka CHP'ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglu derbasî cem koma HDP’ê u Dayikên Laçik Spî bû û silav da wan. 
 
DAXUYANIYA HEVPAR DAN
 
Li ser navê Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Stenbolê Seroka  Giştîya Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TÎHV) Şebnem Korur Fîncanci û Nivîskar Orhan Alkaya daxuyaniya hevpra xwendin. Fincanci bi nîşaneya Serkeftinê û Alkaya jî bi kulma destê çepê derketin ser dikê û daxuyaniya hevpar xwendin. 
 
DAXUYANIYA HEVPAR WIHA YE
 
"Welatparêzên vî welatî, Kedkarên li dijî şer aştiyê dixwazin, yên li av, ax û xwezayê xwedî derdikevin, yên ji bo xwişk û biratiya gelan, yên di têkoşîna mafên wekhev de cih digirin, Jinên Wêrek ên li dijî cînayetên jinan û zarokan têdikoşin, yên ji bo kar, ked û pêşeroja xwe têdikoşin, gelên bindest, kedkar, karker, hûn bi xêr hatine mîtînga Aştiyê. 
 
DERYA SPÎ BÛYE GORISTANA PENABERAN
 
Ciwanên me yên aştî li dîwaran û lênûska xwe nivisandin hatin kuştin, hêj rastî lêdan û tundiyê tên. Makîneyên şer hêj milyonan mirovan dikujin. Hêj kuştina milyonan mirovan, koçberkirina milyonan didome. Li Libya, Sûriye Afganistan û Yemenê penaberî didome. Derya Spî êdî bûye goristana penaberan. Hêj destkeftiyên Kurdan di bin gefan de ne. Ji bo em ked û demokrasiyê biparêzin aştî ferz e. Niha fatora krîzê li xizan û Kurdan dibirin. 
Siyaseta yek mirovî ji bo rejîma xwe berdewam bikin nebe nabe dibînin. Polîtîkayên AKP’ê û rejima yek zilamî, polîtîka şer û neçareseriyê pêş dixe. Butçeya şer her sal zêdetir dikin. Bi hêzên emperyalist re, bi DYA û Rûsya re dikein pêşbirgê û dixwazin rolekî bidizin. Dixwazin li ser masa Rojhilata Navîn Rûnên û polîtîkayên Osmaniyê pêş bixin. Bi vê yekê welat bêtir dixe nava krîza aborî. Fatoraya krîza aborî ji pişta gel derdixin. Ev yek bêtir dibe xizanî, betalî û kedxwarî li gel vedigere.
 
ŞER DENGÊ JINAN ÊN LI DIJÎ TUNDIYÊ DITEPISÎNE
 
Şerê li herêmê û welat pêş dikeve, xizanî û betaliyê zêde dike. Dengê jinan ên li dijî tundî û cînayeta jinan qut dike û ditepisîne. Cînayeta jinan her diçe polîtîk dibe. Hikûmet bi sendikayên cemaweriyê yên hevkar re li hev dike û mafê karker û kedkaran dixwe. Polîtîkayên şer û yek zilamî yên AKP'ê bêtir zerarê dide xweza û dîroka welat. Çavkaniyên welat ên Çiyayê Kaz, Murat, Hasankeyf, Munzur, Artvin, Kutahya tevan pêşkêşî hêzên emperyalistan dikin. 
 
AKP ku piştî hilbijartina 7'ê hezîrana 2015'an dengeya xwe winda kir, di hilbijartinêin 31'ê Adarê û 23'ê Hezîranê de rêveberiyên herêmî winda kir. Bi vê yekê hatina aborî ku ji sedî 60’an di bin kontrola xwe de digirt winda kir. Piştî çavkaniya xwe ya aborî wida kir, li hundir dest bi xezpkirina mafê azadî û demokrasiyê kir. Li dijî kesên siyaseta demokratîk dimeşîne, akademîsyenên aştiyê dixwazin, karkeran şer da destpêkirin û bi KHK ji kar dûr xistin. Êdî heq û huqûqê nas nakin. 
 
QEYÛM ÊRÎŞA HEMÛ MAFÊ CIAKAÊ YE
 
Tayinkirina qeyûm ne tenê li dijî vîna gelê Wan, Amed û Mêrdînê ye. li dijî vîn û mafe bijartin û hilbijartina hemû gelan êrîşek e.  Têkoşîna aliyên civakî ya li dijî serweriya yek kesî di pêvajoya pêşiya me de girîng e. Polîtîkayên zîhniyeta ku faturaya şer bi zem, kêmkirina heqê kedê li gel dibire û xewza, av û dewlemendiya binê erdê ya welatê me ji pergala emperyalîst re pêşkêş dike heman zîhniyet e. AKP û serweriya yek kesî dema xwe tijî kiriye. Lê bi hewl dide temenê xwe bi polîtîkayên tundî, qedexe û şer dirêj bike."
 
'EM Ê LI WEKHEVIYÊ XWEDÎ DERKEVIN
 
Hêzên Demokrasiyê ku xediyên rastyeqîn ên vî welatî ne wê têkoşîna xwe ya di 31'ê Adarê û 23'yê Hezrandê de geştir bikin û li dijî pergala yek kesî bi hev re têbikoşin. Em ê li dengê xwe, li îradeya xwe û li jiyana hevpar a wekhev xwedî derkevin. Li welatê me û li herêmê temînata aştiyê pênaseya welatpariyê û li dijî emperyalîzmê têkoşîna li rojhilata navîn jî têkoşîna li dijî sereweriya yek kesî ye. 
 
'ÊM Ê BI HEVRE XWE JI TARIYÊ RIZGAR BIKIN
 
Îro li Stenbolê rêxistinên kedê, sendîka û partiyên siyasî îro em wekî hêza Ked Aştî û Demokrasiyê li vir in em ê vê hêza xwe bi hemû kesên aştîxwaz û demokrasî xwaz re di dema pêş de bikin yek û têbikoşin. Em ê bi vê têkoşînê bi hev re xwe ji tarîtiyê rizgar bikin.
 
Piştî daxuyaniya hevpar mîtîng bi stranên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (MKM) bi dawî bû.

Sernavên din

01/09/2019
17:48 Rûsipî û Şêxên Êlan xwest Tirkiye dawî li gefan bîne
17:46 Bi hezaran kes li dijî qeyûm diherikîn Qada Îstasyonê
17:38 Jinên Êlên Ereb di komxebatê de kom bûn
17:23 Ozgokçe: Qeyûm wê tu carî rewa nebin
16:38 Helwesta Mîtînga 1'ê Îlonê ya Stenbolê: Qeyûm erîşa vîna me hemûyan e
16:33 Berî mîtîngê kesên di Komkujiya Garê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
16:14 Kaftancioglû bertek nîşanî qeyûm da: Ger em têkoşînê mezin bikin wê nekarin tiştekê bikin
15:24 Di roja aştiyê de destûr nedan şahiya aştiyê
15:09 Mîtînga Wanê bi rengê spî neqişî
14:45 Di 1'ê Îlonê de berteka li dijî qeyûm
14:10 Mitînga Stenbolê bi dirûşma ‘Ji qeyûm re na’ dest pê kir
13:48 Temellî: Em li vir in û xwedî li bajarên xwe derdikevin
13:12 Li Mêrdînê 14 rojin li dijî qeyûman li ser piyan in: Em serî natewînin
12:41 Li Afganistanê êrîş: 10 kes mirin
12:34 Li Teksasê êrîş: 5 kes hatin kuştin
12:19 Civaknas Immanuel Wallerstein jiyana xwe ji dest da
12:06 Çalakiya rûniştinê bi strana ‘Kevoka Aştiyê” dest pê kir
11:56 Erebîstana Siûdî di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de 50 kes kuştin
11:34 7’emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê nêz dibe
11:19 KCD'ê 1'ê Îlonê bi 4 zimanan û 3 zaravayê Kurdî pîroz kir
10:35 Newaya Jin bi hêjmara nû derket
09:39 Karkerên tersaneyan bi mirinê re rû bi rû ne
09:07 Li Silopiyayê DEDAŞ, bi awayekî 'qaçax' kuçe û kolanan dikole
09:06 Ger îdianame bê qebûlkirin wê bi 'sûcê li hemberî mirovahiyê' bê darizandin
09:04 Hamzaoglû: Rêxistinbûyîna ji bo têkoşîneke hevpar divê
09:02 Serokê CHP'a Wanê Kûrûkcû: Tayînkirina qeyûman îpotekkirina vîna gel
09:00 ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2019'AN
31/08/2019
16:18 Turk: Dê dîsa bi ser nekevin
Ciwanên HDP’ê: Li dijî Dehaqan em Kawayê Hesinkar in
16:08 Hezar û 127 mamosteyan bawername wergirtin
16:07 Girtiyê nexweş Akman serê derziyekê 15 caran bi kar tîne
15:48 Hat xwestin Başdaş ê ji sedî 86 astengdar bê berdan
15:36 Stenbol ji bo mîtînga 1'ê Îlonê amade ye
15:28 Îmamoglu, Turk û Mizrakli ziyaret kir: Divê em vê pêvajoyê veguherînin fersendê
15:16 Li Wanê şermezarkirina qeyûm di roja 13'emîn deye: AKP û MHP her roja diçe dihele
15:05 KCD'ê 1'ê Îlonê li hemû gelê cîhanê pîroz kir
14:54 Li Îskenderûnê bertek nîşanî qeyûm dan
14:52 Li Enqereyê belavokên 1'ê Îlonê hatin belavkirin
14:38 Turk: Li her deverî winda hatin dîtin, lê li welatê me nehatin dîtin
14:37 Dayikên Şemiyê: Bila Tirkiye bi lez peymana NY'ê îmze bike
14:17 Tanrikûlû: Heke em bibêjin ji me re çî ye dê dor bê şaredariyên din
14:13 Îmamoglû gora Elçî ziyaret kir: Ji bo ku em şehîdê demokrasiyê bi bîr bînin em li virin
13:36 Li Amedê çalakiya rûniştin bi stranên 'berxwedanê' dest pê kir
13:22 Jinên Îzmîrî: Emê bi reng û dengên xwe li qadan bin
13:08 Enstîtuya Kurdî Komxebata Rewşa Zimanê Kurdî Piştî Rewşa Awarte li dar xist
13:07 Li Colemêrgê banga şahiya 1’ê Îlonê hat kirin
12:32 Rapora SETA'yê ya deqkirina rojnamegeran nivîsand: Tayînî nûnertiye BÎK'ê hat kirin
12:26 Îmamoglu li Amedê ye: Tayînkirina qeyûman nayê qebûlkirin
12:07 HDK: Em bang li gel dikin ku bi hevre dengê xwe bilind bikin
12:03 ‘Ji bo aştiya birûmet, çareseriya demokratî’ banga tevlîbûn mîtîngê kirin
11:45 Îdlib dikele: Berên ku Tirkiyeyê li derve bihêlin tên danîn
11:26 Ocalan 26 salin ji bo aştiyê têdikoşe
11:06 Qeyûm koma şanoyê ya prova dikir ji avahiyê derxist
11:02 Guven behsa hevdîtina xwe û Walî kir: Walî got kuştina 2 polîsan edlî ye
10:41 Jinên girtî: Mafê me yê tedawiyê tê astengkirin
10:27 Qeyûmê Mêrdînê kesê ku nelirêtî kiribû careke din kir serokê daîreyê
09:17 Rezaniyên cara duyem vîna wan hat desteserkirin: Kes nikare ya dilê me desteser bike
09:17 Enqereyiyên bi talûkeya qeyûm re rû bi rû ne: Îro li rojhilatê welêt sibê li devere dikin
09:16 Banga ji bo 1'ê Îlonê: Li dijî qeyûman dakevin qadan
09:15 Siyasetmedaran ji bo 1'ê Îlonê bang kir: Li dijî qeyûman em li Qada Kartalê bin
09:14 Sendîka ji bo 1'ê Îlonê bang li karker û kedkaran kirin
09:14 'Em li qadan bersivê bidin polîtîkaya qeyûman'
09:13 Ji ber mirina 37 zarokan giliyê Midûrê Tenduristiyê yê Bajêr kirin
09:12 Li qûntarên çiyayê Elegezê Laleşa Nûranî tê avakirin
09:00 ROJEVA 31'Ê TEBAXA 2019'AN
30/08/2019
19:00 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
18:40 Konseya Bajêr a Amedê bang li UCLG-MEWA'yê kir: Li cem gelên herêmê cih bigirin
16:50 Mızrakli: Teqez em ê bi ser bikevin
16:10 Li Otogara Êlihê dîmenên hovîtiyê
15:49 ‘Em ê wek Îbrahîm li dijî qeyûman li ber xwe bidin’
15:43 Parlamenterên HDP û CHP'ê banga 1'ê Îlonê kirin
15:14 Qeymeqamê Sîlopiya destûr neda mîtînga 1’ê Îlonê
14:52 ÎHD: Divê demildest peywira hevşaredaran bê îadekirin
14:32 Bi hezaran Şêniyên Idlibê meşiyan sînorê Tirkiyeyê
14:25 Binçavkirina 'Bila kiryariyên qeyûman neyên zanîn'!
14:10 Dayikên Aştiyê tevlî çalakiya li Mêrdînê bûn
13:37 3 cenaze li morgê 9 rojin tên rawestandin
13:36 Li Amedê çalakiya rûniştinê di roja 12'an de ye
13:36 Kubilay: Heta hevşaredarên me li peyvirê vegerin têkoşîna me wê bidome
13:23 Li Îzmîr û Mûgla 15 kes hatin binçavkirin
13:04 Ji bo mîtînga 1'ê Îlonê ya Stenbolê bang kirin:
12:52 ‘Em ê di 1’ê Îlonê de demokrasiya li dijî qeyûman biparêzin’
11:49 Çavûşoglû: Heke çareseriya siyasî pêk bê artêşa me dê ji Sûriyeyê veqete
11:36 Ji xebatkarê HDP’ê yê çapemeniyê pirsa 'Tu çima li wir bû' pirsîn
11:29 Operasyona ‘kiran’ berdewam dike
11:15 Walîtiya Wanê di mitînga aştiyê de aştî qedexe kir
10:06 Dayika 70 salî Raîfe Înatçi kirin girtîgehê
10:05 Pêşmerge 35 rojin malbatek ‘dîl' girtine
10:04 ‘Tayînkirina qeyûman dînamîtkirina jiyana bi hev re ye’
10:04 12 roj in li dijî qeyûm bi tilîlî li ber xwe dide
09:27 'Ger bertekên li dijî qeyûm hevbeş nebin, wê dûr were Stenbol û Enqerê jî’
09:26 Rêya Elkê vê carê Zincîr kirin
09:26 Midûrê qeyûm gelek îhale dane şîrketa xwe
09:25 Bêyî desteya parastinê pesend bike 'Baxçeyê Gel' hat çêkirin
09:24 Bangawaziyên ji bo 1'ê Îlonê: Em û qeyûman em ê li hev nekin
09:24 6 meh in bi tena serê xwe di odeyekê de ye
09:22 ‘Em ê ji bo aştiyê li Qada Îstasyonê bin'
09:22 Kemalbay bang li muxalefetê kir: Qîma xwe tenê bi şermezarkirinê neynin, bi berpirsiyarî tev bigerin
09:18 Nobeta şêniyên Taxa Hacibektaşli ya li dijî JES'an didome
09:17 Serdema duyem a qeyûman: Serê kesekî du serokatiya daîreyan
09:16 ‘Polîs bi lêgerîna GBT’ê re sîxuriyê li ciwanan ferz dikin’