ENQERE - Berî mîtîngê kesên di Komkujiya Qada Garê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn û qurnefîl danîn cihê bûyerê.
Di 10'ê Cotmeha 2015'an dex li Gara Enqereyê komkujiyek ji aliyê DAIŞ’ê ve pêk hat û di komkujiyê de 103 kesan jiyana xwe ji dest dan û û bi sedan kes jî birîndar bûn. Berî mîtînga 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn. Malbatên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, rêxistinên civak pîşeyî û sivîl, tevlî bîranên bûn û pankarta wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dayîn li ser vekirin.
Alîkarê Serokê Komeleya 10’ê Cotmehê ya Aştî û Piştevaniyê (10’ê Cotmeh -Der) Îhsan Seyhan li ser navê girseyê daxuyanî da û wiha got: “Ala aştiyê hîna li erdê ye û dixwazin vê alê ji erdê rakin. Ligel piştevaniyek mezin jî, daxwaza me ya ku ev qad bibe ‘Qada Aştiyê’ nehat bi cih anîn. Lê em baş dizanîn ku wê aştî were vê welatî.”
Parlementera HDP’ê ya Enqerê Fîlîz Kerestecîoglû jî, da zanîn ku ew ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane bibîr bînin li Qada Garê kom bûne û wiha got: “Em hemû hîna êşa wê rojê ji kûr de dijîn. Em ê bi tifaqa demokratîk, qîrîniya xwe ya şatiyê bilindtir bikin.”
Girseyê piştî axaftinan, qurnefîl danîn ber bîrdariya sembolîk a li qadê û bi berzkirina dirûşmeyên “Ji şer re na, aştî hê niha” û “10’ê Cotmehê ji bîr neke, nede ji bîr kirin” ber bi mîtîna li Qada Tandogan bê lidarxistin ve, meşiyan.