WAN - Li Wanê mîtîna 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhane bi meşa daqê dest pê kir. Jinên di nava girseyê de cihê xwe girtin bi cilên xwe yên rengê spî bal kişandin ser xwe û qada mîtîngê xemilandin. Jinan qada mîtîngê bi rengê spî geş kirin.
Mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ya Wanê li Parka Aştiyê ya Musa Anter dest pê kir. Girseya ku li dervê qada mîtîngê li hev kom bûn, bi meşek girseyî ketin qada mîtîngê. Mîtînga ku di pêşengiya rêveber û endamên KESK, DİSK TMMOB û parazvanên mafên mirovan de hat amadekirin, bi meşê dest pê kir. Girseya ku li pêş Navenda Karkeriya Aydın Perihan kom bûn, bi dirûşmeyan ketin qadê. Hevşaredar û gelek jinên tev li korteja meşê bûn, cilên spî li xwe kirin û laçikên spî avêtin ser stuyên xwe. Jinan di meşê de pankarta "Li dijî şer ji bo aştiyê tu jî rabe ser piyan" vekirin û meşiyan. Dema jin ketin qadê girsê bi çepik û tîlîyan pêşwazî kirin.
Girseya HDP'ê jî bi pankarta "Li dijî şer, darbe û zordariyê tu jî deng bide aştiyê" vekirin û ketin qadê. Girse di 2 nokteyên cuda yê lêgerîna polîsan re derbasî qadê dibin. Girseya ku daket qadê û qad bi rengê spî xemilandin, dest bi govendê kirin. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û Hevserokê KESK'ê Mehmet Bozgeyik wkê di mîtingê de bi axivin."
Hunermend Mikail Aslan û Serhat Çarneva jî wê stranan bêjin."